1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Hemû pexşanên Osman Sebrî
Hemû pexşanên Osman Sebrî,hemû,pexşanên,osman,sebrî

Hemû pexşanên Osman Sebrî

A+ A-

Weşanxaneya Lîs a ku navenda wê li Amedê ye, bi hûrbînî û dûrebînî bi xebatên xwe yên weşandin, çapkirin û belavkirina berhemên bi Kurdî yên xwedî ast î curecur berdewam e. Weşanxaneya Lîs a ku çi werger çi jî telîf wekî roman, helbest, çîrok, lêkolîn û kurdzanî, li jêr rêzên pirtûkan ên ciyawaz, heta niha ji 150’yî zêdetir pirtûkên bi Kurdî çap û belav kirine, bi heman perspektîfa weşangeriyê, ji welêt ber bi cîhanê deriyên wêjeyî vedike, ji cîhanê jî gelek berhemên nemir diyarî xwendevanên zimanê Kurdî dike.

Weşanxaneya Lîs, bi vê armanca li jorê diyar kirî, di nava salan re çi qas diçe ew qasî hêzê dide tevdan û vejandina arşîvên zimanê Kurdî jî û berhemên kesayetên Kurd ên nemir ên ku heta niha nehatine çapkirin ji nava tariya arşîvên kovaran û pirtûkxaneyan rizgar dike, bi xebatên edîtoryal ên bi fesal wan amadeyî çapê dike û diweşîne.

Lîs mizgîniya wê yekê dide raya giştî ku êdî hemû pexşanên yek ji wan kesayetên Kurd ên bi wî rengî, hemû pexşanên helbestkar, wergêr, şervan û siyasetmedar Osman Sebrî (1905, Narincê, Kolik, Semsûr – 1993, Şam, Sûrî) bi navê Hevalê Çak, bo xwendevanên zimanê Kurdî yên dilsoz li ber dest in!

Hevalê Çak, pirtûka hemû pexşanên Osman Sebrî, 16 nivîsên wî yên ku di kovara Hawarê de, 18 hebên ku di kovara Ronahîyê de belav bûne û her wiha 20 hebên ku di destxetan de mane û bo cara pêşîn têne çapkirin, bi xwe ve digire. Pirtûka ku bi li dû amadekariya A. Balî û Hoşeng Sebrî derkete holê, Şivanê Dêrikî edîtoriya wê, her wiha Özlem Salmışê tîprêziya wê kir.

Hevalê Çak, Hemû Pexşan Osman Sebrî Pexşan, 240 rûpel Sermawez 2011, Amed Weşanxaneya Lîs


Bêjeyên Miftehî