1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Her libek jê jiyanekê tarûmar dike!
Her libek jê jiyanekê tarûmar dike!,her,libek,jê,jiyanekê,tarûmar,dike

Her libek jê jiyanekê tarûmar dike!

A+ A-

DÎHABER/RIHA - Li Rihayê, tizbiyên ku buhayên wan heta 30 hezar TL'yî jî diçin, bêhna xebatkarên zarok diçikîne. Li nêzî 50 atolyeyên tizbiyan, karkerên zarok rastî nexweşînên wek astim û pişikê re rû bi rû ne. Yek ji van karkeran Mehmet Çelik wiha got: "200 TL werdigirim têrî pereyê dermanan nake."

Tizbiyên ku hin jê ji bo wecîbeyên xwe yên olî bi cih bînin, hin jê jî ji bo kêf û sebra xwe pê bînin dikişînin, karkeriya wan qet kêf û xweşiyekê nade. Li atolyeyan karkerên piraniya wan ciwan in, piştî demekê rastî nexweşînên pîşeyî tên. Libên tizbiyan ên li atolyeyan li gel gelek zor û zehmetiyan tên amadekirin, piştî ji aliyên hosteyan ve îmamok bi wan tê vekirin li ser dezgehan tên firotin. Tizbiyên rengorengo, li atolyeyên ku bi her awayî ji nêvengeke hijyenîk û venihartinê mehrûm in tên çêkirin û ev jî dibe sedema ku karker bi nexweşînên wek tengnefesiyê (astim) û pişikê bikevin. Tizbiyên ku ji kevirê kehrebar, şidandî, niqutokî û kevirê oltiyê tên çêkirin, li ser dezgehan di navbera 50 TL û 30 hezar TL'yî de tên firotin, lê li gel vê xebatkarên zarok ên rastî gelek nexweşînan tên jî, tenê hefteyê 200 lîreyî werdigirin.

DI NAV TOZ Û XUBARÊ DE

Li atolyeyên tizbiyan dema karker libên tizbiyan amade dikin ji ber toz û xubarê bi zorê bêhnê distînin. Xwedî û hosteyê atolyeya tizbiyan a li Qada Haşimiyeyê nedim Çelik, diyar kir ku xebatkar ji ber toz û duxanê nerihet dibin û wiha got: "6 sal e li vê atolyeyê dixebitim. Helbet zehmetiyên wê hene. Ji şeveqê heta êvarê em dixebitin. Em di nav toz û xubarê de dimînin. Carinan ev zarok nexweş dikevin. Zarok jî bêhnê nastînin. Em sibehê saet di 08.00'an de dest pê dikin heta 20.00'an êvarî."

HEFTÊ BI 200 TL'YÎ BÊHNÊ NASTÎNIN

Ji karkerên atolyeyê Mahmut Demir ê 18 salî, anî ziman ku ew 6 sal e li vê atolyeyê tizbiyan çêdike û wiha behsa zor û zehmetiyên kar kir: "Toz û duxaneke zêde heye. Bêhna me diçike. Ev jî dibe sedema astimê. Ev zaf tevdîran nagirin. Maskeya ber devan dixinê, lê ji ber em fêrî wê nebûne ev jî me nerihet dike. Em derdixin."

‘PEREYÊ WERDIGIRIM PÊ DERMANAN DIKIRIM'

Ji karkerên atolyeyeke din Mehmet Çelik (17) jî got, ew herî kêm 12 saetan dixebitin û hefteyê tenê 200 TL'yî werdigirin. Çelik, dest nîşan kir ku nexweşîna astimê lê peyda bûye û anî ziman ku, heqdesta werdigire jî bi zor têra dermanan dike. Çelik wiha axivî: "Toz û xubar bandorê li min deke. Nexweşê astimê me. Dema bi aweyekî nizamî dermanên xwe bi kar bînim, qeyrana astimê bi min re çênabe. Lê dema bi kar neyînim, xerab dibim."

Arjin Dilek Oncel-dîhaber