1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Her roj bi mirinê re rû bi rû dimînin
Her roj bi mirinê re rû bi rû dimînin,her,roj,bi,mirinê,re,rû,bi,rû,dimînin

Her roj bi mirinê re rû bi rû dimînin

A+ A-

ŞIRNEX (DÎHA) - Walîtiya Şirnexê gundên herêma Bestayê wekî "Herêmên qedexe" îlan kir û welatiyên li wir dijîn di nava zehmetiyeke mezin de hewl didin erzaqên xwe bibin gund. Her wiha nikarin nexwaşên xwe jî bibin nexweşxaneyê. Şivanên gundan ji berbombebaranê her roj bi mirinê re rû bi rû ne.

Walîtiya Şirnexê gund herêmên Besta yê Şirnexê wekî "Herêmên qedexe" îlan kir û bi vê qedexekirinê re jiyana welatiyên li dijîn di xetereyê de ye. Bi taybetî jî jiyana bêrîvanên ji bo dotina sewalan diçin bêriyê û şivanên li herêmê pezê diçêrînin ji ber bombebarana leşkeran di xetereyê de ye. Li Bestayê nêzî 20 gund hene û bi hezaran bizin mih xwedî dikin. Bi taybetî jî qereqolên leşkerî yên derdora Bestayê piştî şerê topyekun a ji hêla AKP'ê ve hatiye destpêkirin herêmê bombebaran dikin. Şivanê bi navê Mehmet Gungen ê ku roj bi bombebarana leşkeran re rû bi rû dimîne bi rondikin çavan got ku ev 3 car in gundê wan ji hêla dewletê ve tê valakirin. Gungen diyar kir ku 27 sal berê leşkeran bi ser gundê wan de girtibûn û tevî 150 mêşên hingiv û pezêan şewitandibûn.

'Erzaqê me nemaye'

Gungen da zanin ku wan êşên mezin kişandiye û ev titş anî ziman: " Erdogan û hikûmeta AKP'ê nahêlin em têkevin gund û derkevin. Erzaqê me jî nemaye. Ez nexweşim lê nikarim biçim nexweşxneyê. Her tim derdora gundê me tê bombebarankirin. Ez jî bi şev û roj pezê çiyê diçêrînim. Gelek caran bi mirinê re rû bi rû dimînim. Zarokên me yên biçûk li bajaran e em nikarin debara xwe bikin. Wextê ku em tên gund wê gavê dikarin debara xwe bikin. Dewletê çav bera nanê me daye. Me li vir zindî bişewitînin jî em dest ji gundê xwe bernadin."

'Erdogan gelan bera hev dide'

Dayika 65 salî ya ku ji bo dotina pez diçe bêriyê Hanîfe Otad jî bertek nîşanî biryara qedexekirina çûna ser erdê xwe da. Otad diyar kir ku di navbera gelan de tu pirsgirêk tune ye lê Erdogan bi zanebûn hewl dide gelan bera hev bide û wiha axivî: "Ez ji bo debara xwe mirinê didim ber çavên xwe û diçim ser van çiyan. Wekî her car dewlet ji bo gelê kurd rehet bernede çi ji destê wê tê dike. Em naxwazin tu kes bimire. Daxwaziya me ew e ku dawî li vî şerî were. Erdogan bi valakirina gundan û bombekirina çiyan bi ser nakeve. Ligel hemû zext û zordariyê em ê li gundê xwe bimîninn. Dibe kuErdogan nernekev pêşberî dadgeha dinyayê lê wê ji dadgeha dinyaya din xelas nebe. Ew ê wê demê çawa li pêşberî Xwedê hesab bide."

'Ligel hemû zextan em dest ji gundê xwe bernadin'

Miryem Gungen jî got ku i qedexekirin herêmê retêktin û derketina gundan bi destûrê pêk tê û wih got: "3 caran ji bo sewalên xwe li gund deynim ji Şirnexê hatim gund. Her sê caran jî hatina min asteng kirin. Min jî rêyeke cuda dît û hatim gundê xwe. Waliyê Şirnexê gundê me qedexe kir. Em li vir her roj bi mirinê re rû bi rû ne. Wextê em ji bo dotina sewalên xwe diçin hewan û obusan davêjin me. Em vê yekê baş dizanin ku hêzên dewletê dixwazin çavên me bitirsînin û bihêlin em gundê xwe vala bikin. Heke bombe bavêjin hundirê gundê me jî em dest ji gundê bernadinû xaka xwe naterikînin. Ew me wekî Roboskê di komkujiyê de jî derbas bikin em dest ji gundê xwe bernadin."

(wk)