1. Hemû Nûçe

  2. Polîtîka

  3. "Hesabê Derbarê Dîcle de Kaosê Tîne"
"Hesabê Derbarê Dîcle de Kaosê Tîne",hesabê,derbarê,dîcle,de,kaosê,tîne

"Hesabê Derbarê Dîcle de Kaosê Tîne"

A+ A-

ENQERE - Hiqûqnas Hasîp Kaplan ku weke parlementerê Şirnexê hat hilbijartin, derbarê hilbijartina Hatîp Dîcle de da diyarkirin ku êdî Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) nikare ji niha û pêve mudaxele bike û ragihand ku êdî raye di destê rêveberiya Meclîsê de ye. Kaplan got; “Biryara YSK’ê skandal e, ew ê li herêmê rê li ber kaoseke nû vebike. Kesên ku ji bo AKP’ê li parlementerên belaş digerin, lîstokek pir xeter dileyîzin.”

Kaplan bi bîr xist ku YSK’ê ji bo namzetiya Dîcle vîze daye û bal kişand ku Dîcle êdî weke parlementer hatiye hilbijartin. Kaplan got; “ Dîcle 80 hezar deng wergirtiye. Êdî rayeya YSK’ê nemaye. Ji niha û pêve dibê ev prosedûr li gor madeya 83. ya Makezgonê û rêziknameya Meclîsê were destpêkirin”.

Kaplan destnîşan kir ku êdî ji niha û pêve tu rayeya YSK’ê nemaye ku ji Dîcle parazname bixwaze an jî parlementeriya wî betal bike û got; “Ger YSK derbarê kesek ku parlementeriya wî hatî mîsogerkirin de biryarek bide, wê ev yek rê li ber encamên xirab vebike. Ger namzediya Dîcle bihata xistin, wê 80 hezar dengên Dîcle wergirtî ji partiyek din an jî nazmedek din ê serbixwe re biçûya, lê ji AKP’ê re nediçû. Kesên ku ji bo AKP’ê li parlementerên belaş digerin, lîstokek pir xeter dileyîzin. Ger wisa bibe, wê encamên xirab derbikevin û berpirsê vana hemûyan jî YSK ye.”

Kaplan bi bîr xist ku bi 80 hezar dengan CHP dikare du namzedan derbixîne, an namzedek serbixwe derdike û got; “Ger rewşek wiha hebû, YSK’ê çima beriya hilbijartinê biryara xwe nedida.”