1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Heta dorpêç ranebe em cenazeyan nagirin'
'Heta dorpêç ranebe em cenazeyan nagirin',heta,dorpêç,ranebe,em,cenazeyan,nagirin

'Heta dorpêç ranebe em cenazeyan nagirin'

A+ A-

AMED (DÎHA) - Cenazeyên du ciwanên bi navê Îsa Oran û Mesut Sevîktek ên ku li Sûrê ku di bin dorpêça tîmên taybet, leşker û polîsan de ne ji cihê bûyerê rakirin lê cenayan neşandin morgê danîn ber Mizgefta Kurşunlu. Malbatan diyar kirin ku heta ku dorpêça li ser Sûrê neyê rakirin dê cenazeyan negirin.

Êrîşên hikûmeta AKP'ê yên li Sûrê di qedexeya 6'emîn de di roja 24'an de berdewam dike. Di van êrîşan de beriya 4 rojan du ciwanên bi navê Îsa Oran û Mesut Sevîktek li hewşa dibistana Yavuz Selîm hatin qetilkirin. Cenazeyê herdu ciwanan ev 4 roj in li erdê ne û malbat nikarin herin cenazeyên xwe hilbigirin. Hat zanîn ku cenazeyê herdû ciwanan ji nava şer ji aliyê polîs û leşkeran hatiye derxistin û ev cenaze ji aliyê heman kesan birine ber Mizgefta Kurşunlu. Polîs û leşkerên ku cenaze birin ber mizgeftê telefonî malbata herdû ciwanan dikin û dibêjin werin cenazeyên xwe hilgirin.

'Çima cenazeyên me naynin morgê dibin ber mizgeftê?'

Bavê Îsa Oran, Mehmet Oran diyar kir ku 4 roj in li hêviya cenazeyên xwe ne lê polîsan cenaze naşînin morgê û wiha axivî: "Heta niha digotin cenaze di qada şer de ye em nikarin bidin we lê îro Waliyê Amedê dibêje 'Me cenaze anîne ber mizgefta Kurşunlu' Ew kesên ku cenaze ji qada şer anîne mizgefta Kurşunlu çima wî cenaze li mizgeftê dide sekinandin? Çima naşîne morga nexweşxaneyê? Em vî tiştî ehlaqî nabînin. Wezîrê Karê Hindur Efkan Ala jî îro li Amedê bû. Ew û Waliyê Amedê qirejiyan li ser cenazeyên zarokên me dilîzin. Em dixwazin ku cenazeyên zarokên me demildest bînin bidin me Ji îro û şûnda bila cenazeyên zarokên me nexin mijara bazarê."

'Ew ê li ser xwîna zarokên me serfiraz nebin'

Oran anî ziman ku qirêjiyek din banga walîtiyê ya ji bo cenazeyên wan heyê û wiha pê de çû: "Tîmên ku cenaze ji dibistanê girtin bê maşîne ji wir girtine. Heke ku ew bixwazin û lîstokek di nava banga wan de nîn be dê ber mizgefta Kurşunlu wesayît diçe bila cenazeyan bişînin morgan. Bila walî li ser êşa malbatan lîstokan neke û êşên wan girantir neke. Tu kes bi ser xwînê serfiraz nebûye dê ew ê jî li ser xwîna zarokên me serfiraz nebin. Em dixwazin ku demildest cenazeyên me bînin morgê û teslîmî me bikin."

'Heta dorpêç hebe em naçin cenazeyên xwe ranakin'

Birayê Mesut Sevîktek, Îhsan Sevîktek jî diyar kir ku tevlî hemû hewldanên wan yên ji bo girtina cenazeyan vala derketiye û wiha got: "Parlementer jî ketin dewrê lê kesî tu encam ji bo girtina cenazeyan negirt. Ji me re digotin cenaze li qada şer e em nikarin bidin we. Lê îro jî derketine ji me re dibêjin cenaze li ber mizgefta Kurşunlu ne werin bibin. Divê kes kesî nexapîne heke ku tû karibî cenazeyan ji qada şer derxînî, dê tû çawa nikarî ji cihê ku şer nîn be derxînî? Wezîrê Karê Hundir Efkan Ala ji bo cenazeyan hatiye Amedê, hewce nîn e were Amedê. Bila biçe ser maseya muzakereyê ya ku beriya 8 mehan bêxwedî hiştin. Bi me dilîzin em vê yekê qebûl nakin. Kesên ku cenazeyên me ji qada şer derxistine bi rehetî karin bibin nexweşxaneyê jî. Mehekî jî cenaze li wir be em ji bo cenazeyan naçin wir. Bila dorpêça li ser taxan rake em ê wê demê di nava şevê de biçin cenazeyên xwe rakin. Heta dorpêç hebe em ji bo cenazeyan naçin nava Sûrê."

(ua/sa)