1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Heta edalat neyê Roboskiyê em ne di ewlehiyê de ne'
'Heta edalat neyê Roboskiyê em ne di ewlehiyê de ne',heta,edalat,neyê,roboskiyê,em,ne,di,ewlehiyê,de,ne

'Heta edalat neyê Roboskiyê em ne di ewlehiyê de ne'

A+ A-

Platforma Edaletê ya Roboskiyê, diyar kir ku het edalet neyê Roboskiyê ew di ewlehiyê de nabin. Endama MYK'ê ya ÎHD'ê Selma Gungor, xwest ku peywira Meclîsê ya Tevgerên Dersînor a daye Serfermandariya rabikin. Ji xizmên windayên Roboskiyê Ferhat Encu jî diyar kir ku hikûmeta AKP'ê samîmî nîn e û agahiya ji Fermandariyê hat komkujî ji aliyê dewletê ve hate kirin û wiha got: "Lêborînekê jî ji me re gelek dibînin." Enu, anî ziman ku êdî ew naxwazin li vî welatî bijîn.

Platforma Edaletê ya Roboskiyê li Navenda Giştî ya ÎHD'ê bi tevlîbûna rêveberên ÎHD, MAZLUMDER û ji xizmên windayan Ferhat Encu civîna çapemeniyê li dar xist. Endama Lijneya Rêveber a Giştî ya MAZLUMDER'ê Nurcan Aktay, diyar kir ku heta adelet neyê Roboskiyê ew teqez di ewlehiyê de nabin. Aktay, anî ziman ku bi ser komkujiyê de 3 meh derbas bûn lê hêj tu geşadanên li ber çav pêk nehatin e. Aktay, da zanîn ku di 4'ê nîsanê de Komîsyona Mafên Mirovan ji saziyên din rapor xwestin lê ji ber ku rapor ji wan re nehatin şandin aşkera kir û wiha got: "Dibêjin operasyon li gorî rêzgerên tevgerên dersînor pêk hat"

'Malbatan got ew dê ji Tirkiyeyê koç bikin'

Aktay, bilêv kir ku komkujiya aşkera hate kirin hêj kiyarên wê nehatin dîtin wan bi guman dike û ji bo bûyer bê zelalkirin ev pirs pirsîn: "Berî bûyerê çima rayedarê leşkeran ê agahiya wî bi wan yekan heyî agahî neda gundiyan? Fermana firîna balafirina kê da? Dîmenên heronan li kîjan navtenê û ji aliyê kîjan rayedar ve tên şopandin? Fermana bombekirinê kê da? Der heqê rayedarên Fermandariyê yên agahiyê nadin Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê dê çê bê kirin?" Aktay, destnîşan kir ku malbatên zarokên xwe winda kirin edaletê dixwazin û wiha pê de çû: "Malbat dibêjin ew dê ji Tirkiyeyê koçî bikin. Malbata Servet Encu yê ku di bûyerê de bi saxî xelasbû koç kir. Malbatên din jî dibêjin heke bûyer neyê zelalkirin dê koç bikin. Em bang dikin ku demildest ev bûyer bê zelalkirin û berpiryar bên darziandin."

'Divê meclîs rayeya tevgera dersînor demildest bê rakirin'

Endamê MYK'ê yê ÎHD'ê Metî Uzunoz, diyar kir ku di dema desthilatdariya dibêje ew bi 12'ê Îlonê re rû bi rû tên komkujiya Roboskiyê kir û ev komkujî bi destê dewletê pêk hat. Endama MYK'ê ya ÎHD'ê Selma Gungor jî diyar kir ku fermandarî dibêje wan lo gorî usulê hemû tişt kirin. Gungor, anî ziman ku tevgerên dersînor li dijî kê dikin li Roboskiyê derket holê û wiha got: "Tirkiye li dijî welatiyên xwe biryarên tevgerên dersînor digire û di nav de zarok jî hene qetil dike. Divê Meclîs demildest vê rayeyê ji wan birgire."

'Fermandarî bi nîşeyê komkujî girt ser xwe'

Ji xizmên windayên Roboskiyê Ferhat Encu jî diyar kir ku helwesta Fermandariyê, hikûmet, Wezîrên Karên Hundir û rêxistinên sivîl ên civakî yên li dijî komkujiyê rexene kir û wiha got: "Hikûmet dibêje berê ev bûyer çêbûn. Niha çênabin dibêje. Roboskî niha çêbû. Dê hesab vê bidin. Lê her tim ber bi hinek aliyên din ve dikêşin. Nîşeya ji fermandariyê hat komkujî ji aliyê dewletê ve hate kirin aşkera dike. Hikumeta AKP'ê dê serdam vê nîşayê bipirse an na? Rapor nîn e nîşeye. Hikûmeta AKP'ê samîmî nîn e. Dixwazin vê bûyerê veşêrin." Encu, axaftina xwe wiha berdewam kir: "Komkujiya Roboskiyê bûyerek zanebûn e. Ji ber vê yekê em li benda kiyar bên darizandin in. Lê mixabin lêborîkenê ji me re gelek dibînin. Em xwe dijberî dewletê hîs dikin. Ji ber vê yekê jiyana li vî welatî bê wateye. Êdî em naxwazin li vî welatî bijîn."

(bd)