1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. 'Heta ku PKK ji lîsteyê neyê derxistin, aştî pêk nayê'
'Heta ku PKK ji lîsteyê neyê derxistin, aştî pêk nayê',heta,ku,pkk,ji,lîsteyê,neyê,derxistin,aştî,pêk,nayê

'Heta ku PKK ji lîsteyê neyê derxistin, aştî pêk nayê'

Parlamentera Partiya Çep Amînh Kakabaveh diyar kir, heta ku PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' neyê derxistin, aştî pêk nayê

A+ A-

STOCKHOLM - MÛRAT KÛSEYRÎ Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Amîneh Kakabaveh da xuyakirin, ku dewleta Tirk bi nîşandana PKK'ê weke 'rêxistineke terorîst' hewl dide komkujiyên xwe yên li Kurdistanê rewa nîşan bide û destnîşan kir, ji bo êrîş bên sekinandin divê PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' were derxistin. Kakabaveh ragihand, heta ev pêk neyê, şer nasekine û aştî jî pêk nayê.

Kakabaveh diyar kir, yek ji êrîşên herî giran li hemberî gelê Kurd tê kirin û bibîr xist, navçe tên şewitandin û xerakirin û sivîl tên qetilkirin. Kakabaveh got, "Tevî ku ev hemû li pêş çavan diqewimin, Yekîtiya Ewropa û DYA dibêjin, 'mafê Tirkiyeyê xwe li hemberî terorîzmê biparêze'. Li şûna ku komkujiyên li gelê Kurd tên kirin şermezar bikin, hewl didin komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, rewa nîşan bidin."

EGER ÊRÎŞ LI GELÊ KURD NEHATIBÛYA KIRIN, RADIHIŞT ÇEKÊ

Parlamenter Kakabaveh got, "Heta ku PKK di lîsteya rêxistinên terorê de were ragirtin, pirsgirêka Kurd çareser nabe. Erdogan û lîderên welatên din vê yekê dikin bahane û li dijî çareseriya aştiyane ya pirsgirêkê derdikevin. Dibêjin ku 'nabe bi terorîstan re bazarî bê kirin'. Ji bo çareseriya pirsgirêkê divê PKK û dewleta Tirk li hev rûnên. Lê belê dewleteke welê li pêşberî me heye, ku dixwaze PKK'ê ji holê rake."

Kakabaveh diyar kir, ji bo vegera li pêvajoya aştiyê û Mutabaqata Dolmabahçeyê, berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê Yekîtiya Ewropa û Swêdê û got, "Ev sed sal in zext li gelê Kurd tên kirin. 30 sal in li Tirkiyeyê komkujî li gelê Kurd tê kirin. Eger zext li Kurdan nehatibûya kirin, eger êrîş lê nehatibûya kirin, wê ti carî ranehişta çekê."

GEFA MIRINÊ LI MIN TÊ XWARIN

Amîneh Kakabaveh ragihand, ji ber ku ew van nêrînên xwe li parlamentê û medyayê bilêv dike, hêzên Îslamî û faşîst êrîşî wê dikin, gefên mirinê lê dixwin û got, "Ez ê bi mîlîmetreyekê jî ji vê rêya xwe venegerim. Têkoşîna me ne li hemberî gelan e, li dijî rejîmên gelên xwe qetil dikin e. Pirsgirêk, xemsariya li pêşberî binpêkirina mafên mirovan e. Pirsgirêk nîşannedana helwesta li hemberî şer e. Ez li dijî şer im. Gelê Kurd demeke dirêj rahişt çekê. Ez dixwazim êdî li şûna çekê rahêje pênûsê, lê bi nîşandana PKK'ê weke 'rêxistineke terorîst,' bi dorpêçkirina navçeyan, bi tank û bomberdûmanê re aştî pêk nayê. Şîdet rê li ber şîdetê, rijandina xwînê rê li ber rijandina xwînê vedike."

Kakabaveh da zanîn, Erdogan ji aliyekî ve bi komkujiyan hewl dide berxwedana li Kurdistanê bişikîne, li aliyê din jî dixwaze mûxalefeta Kurd a qanûnî û meşrû bêdeng bike. Kakabaveh rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê bibîr xist û diyar kir, divê Yekîtiya Ewropa û Swêd li hemberî Erdogan û rejîma Tirk helwestekê nîşan bidin.