1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Heta Sibehê Pîrozbahî
Heta Sibehê Pîrozbahî,heta,sibehê,pîrozbahî

Heta Sibehê Pîrozbahî

A+ A-

Bloka Ked Demokrasî û Azadiyê serkeftina xwe ya hilbijartinê pîroz dike. Ji bo Murat Muzlak li Edeneyê heta serê sibehê pîrozbahî hate lidarxistin. Bozlak got ku hete Xweseriya Demokratîk bê înşakirin dê têkoşîna xwe bidomînin.

Bloka Ked Demokrasî û Azadiyê li taxên Onur û 19 Mayis ê yên navçeyên Seyhan û Yuregîrê serkeftina hilbijartinê bi şahiyan pîroz kir. Bi hezaran kes beşdarî pirozbahiya ku alên PKK û KCK'ê hatin vekirin bûn. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Edeneyê Zekî Karataş bi kurdî axivî û diyar kir ku wan di hilbijartinen 2007'an de 50 hezar deng girtine, niha jî 91 hezar deng girtine û ji ber vê yekê jî spasiyên xwe pêşkeşî gel kir.

Murat Bozlak jî di axaftina xwe de anî ziman ku Serokwezîr Tayyîp Erdogan bi israr naxweza gelê kurd û Ocalan fêm bike û wiha berdewam kir: "Di 15'ê Hezîranê de birêz Ocalan dê çi bibêje ev girîng e. We li qadan got ku deng namûs e nayê firotin, em ê jî ev dengên ku hûn dibêjin namûs e biparêzin. Me bi vî rengî soz da. Em bi serkeftî derketin ev, serkeftina min nîn e, serkeftina we ye. Em ji bo vî gelî ketin meclîsê, heta aştî pêk bê, daxwezên gel ên demokratîk pêk bû, heta Xwesriya Demokratîk bê înşakirin em ê têkoşîna xwe bidomînin. An azadî yan azadî."

Piştî axaftina Bozlak govend hate gerandin. Komên girêdayî NÇM'ê bi stranên xwe gel caşondin. Şahî bi fîşekên hewayî û muzîkê heta serê sibahê berdewam kir.

DÎHA (sa/mae)


Bêjeyên Miftehî