Heta zanîngehê herî kêm 739 ezmûn
Dînçer: Xwendekar heta zanîngehê herî kêm dikevin 739 ezmûnan
Piştî xwendekara bi navê Tugba Kuyucu ya bi 21 salî 6 roj ji ezmûna YGS'ê re man întîxar kir û roja ezmûnê xwendekara bi navê Damla Orhan a 18 salî jî ji ber stresê qrîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da bandora pergala perwerdehiyê ya li ser xwendekaran pêk tê careke din hate rojevê. Serokê Egîtîm Sen'ê yê berê Alaaddîn Dînçer, diyar kir ku xwendekarek heya 4 fakulteya 4 salan diqedîne herî kêm dikeve 739 ezmûnan.
Piştî xwendekara bi navê Damla Orhan roja ezmûnê ji ber qrîza dil jiyana xwe ji dest da û xwendekara bi navê Tugba Kuyucu jî berî emûzê întîxar kir, pergala perwerdehiyê ya bandorê li ser xwendekaran dike careke din hat rojevê. Li gorî daxuyaniya Serokê Giştî yê Egîtîm Sen'ê yê berê Alaaddîn Dînçer, xwendekare heya fakulteyek 4 salan diqedîne herî kêm dikeve 739 ezmûnan. Maratona ezmûnan qabiliyetên xwendekarn û ramana kolektîf asteng dike. Li gorî daxuyaniya Dînçer, xwendekarên dibistana seratayî bi giştî divê di 182 ezmûnan de serbikevin û ev hejmar di dibistana navîn de derdikeve 318'an. Xwendekarê dibistana navîn ê diçe dersxaneyê jî tenê li dersxaneyê salê dikeve 118 azmûnan. Ji ber vê yekê xwendekareke heya zanîngehê diqetîne zêdehî dikeve hezar azmûnan.
Li gorî lêkolîna Dînçer a bi piştgiriya daneyên Wezareta Perwerdehiya Neteweyî de, di sala 1975-76'an 157 dersxaneyên taybet û 45 hezar û 582 xwendekar hebûn, di sala 2008-2009'an 4 hezar û 200'dersxane û milyonek û 150 hezar xwendekar hebûn. Niha ev hejmar gelek zêde ye. Dîsa li gorî daneyên Dînçer, polên dersxaneyan ên ji 6-8 xwendekaran pêk tên bihayê wê yê salê di navbera 6 hezar û 11 hezar TL de tê guherîn, di polên 16-24 kesan de salê 4 hezar TL. e.
(bd/mae)
