1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Hevseroka TEV-DEM'ê Efendî: Em li gorî hêzên din tevnagerin
Hevseroka TEV-DEM'ê Efendî: Em li gorî hêzên din tevnagerin,hevseroka,tev,dem,ê,efendî,em,li,gorî,hêzên,din,tevnagerin

Hevseroka TEV-DEM'ê Efendî: Em li gorî hêzên din tevnagerin

A+ A-

KOBANÊ (DÎHA) - Hevseroka TEV-DEM'ê ya Kantona Kobanê Eyşe Efendî, li ser daxuyaniya Berdevkê Wezareta Karê Derve ya DYA'yê John Kîrby a "Em ji bo kurdan heremekî xweser naxwazin" diyar kir ku ew ji hemû pêkhatiyên Sûriyeyê re federalîzmê dixwazin û da zanîn ku ew li gorî Amerîka an jî hêzên din tevnagerin ew li gor xeta sêyemîn tevdigerin. Efendî li ser daxwaza Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan jî got ku eger niyeta Erdogan ku ne avakirina heremekî tampon be li Amedê, li Mêrdînê, li Şirnexê çima ewqas bajarên kurdan xirab dike.

Hevseroka Tevgera Demokratîk (TEV-DEM) a Kantona Kobanê Eyşe Efendî, daxuyaniyên Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê John Kîrby û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ê dixwaze li "bakurê Sûriyeyê" ji bo penaberan bajarek ava bike, ji DÎHA'yê re nirxand.

'Em ne li gor Amerîka û ne li gor kesên din tevnagerin'

Kîrby ku di daxuyaniya xwe de gotibû "Piştî hevpeymana pêvçûnên li Suriyeyê bi dawî bibe agirbest hat îlankirin ji bo rêveberiyekî ku bi tevahiya welat biparêze divê bê avakirin, em ji bo kurdan jî heremekî xweser naxwazin." Eyşe Efendî li ser vê daxuyaniyê diyar kir ku jixwe ew jî ji bo tevahî û yekbûna pêkhatiyên Sûriyeyê federaliyê dixwazin. Efendî, da zanîn ku ew kurd pêkhatiyeke di Suriyeyê de ne û li ser esasê xeta sêyemîn xebatên xwe dimeşîn in û tev digerin û destnîşan kir ku di vê xeta sêyemîn de di hemû meclîs û kantonan de hemû pêkhatiyên Sûriyeyê, çi suryanî, çi ereb, çi ermen, çi tirkmen hemû kes cihê xwe di rêveberiyê de digire. Efendî, anî ziman ku ew li gorî kesî tevnagerin û wiha got: "Em ne li gorî Amerîka, ne Rûsya, ne tirkan û ne li gorî tu hêzan tevnagerin. Em xebatên xwe li gorî xeta sêyemîn dimeşîn in. Em ji bo tevahiya Suriyeyê jî federalîzmê dixwazin û xebatên me jî li gorî vê tê meşandin. Ev xeta sêyemîn jî xeta herî rast e, li ser esasê çêkirin, avakirinê ye, em xira nakin, perçe jî nakin, berovajî wê hemû pêkhatiyan ku îradeya xwe dikare temsîl bike digihijînin hev."

'Madem Erdogan wisa camêr e çima bajarên heyî xira dike?'

Eyşe Efendî li ser daxuyaniya Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan ê "Ji bo penaberên Sûriyeyê li Rojava bi alîkariya dewletên Ewropayê bajarekî ava bikin" jî diyar kir ku bêguman niyeta Erdogan ne çêkirina bajarekî ye. Eyşe Efendî, destnîşan kir ku madem niyet çêkirina bajarekî be çima bajarên heyî weke berê êrîşê Kobanê kir xira kir, niha Girê Sipî kir hewil da xira bike, bajar û navçeyên weke Amed, Sur, Nisêbîn, Hezex, Silopî, Cizîr, Geverê çima xira dike? Efendî, anî ziman ku niyeta wî ya esasî ew projeya xwe ya li Rojava herema tampon ava bike ye û ev tişt gotin: "Bê guman ji ber ji nimêj ve niyeta Erdogan û hikûmeta AKP'ê di Rojava de heremekî tampon ava bike ye, ev nayê qebul kirin. Madem Erdogan wisa camêr e, ewqas başiya gel dixwaz e, çima ewqas êrîşî gelan dike û dide koçberkirin, çima ewqas bajarên kurdan xira dike. Yanî ew herêma dibêje jî ku ji xwe re wek e 'xeta sor' diyar kiriye, di axa xelqê de xeta sor diyar dike, eger heremekî di sînorê Tirkiyê de bûya bila gotibûya xeta me ya sor e. Lê di serî de jî ew êrîş dike û niha jî di ser penaberan de jî dixwaze ew projeya xwe ya di Rojava de herema tampon ava bike. Yanî wê li aliyekî bajaran bi tang û topan xira bikî ji aliyekî ve jî bibêjî ka alîkariya min bikin di sînorê axa xelqê de jî bajarekî ava bikin, ji xwe bi vê re niyeta xwe ya esasî datîne holê."

(ea/sa)