1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Hevserokê PYD’ê li Fînalandiyayê beşdarî civîna gel bû
Hevserokê PYD’ê li Fînalandiyayê beşdarî civîna gel bû,hevserokê,pyd,ê,li,fînalandiyayê,beşdarî,civîna,gel,bû

Hevserokê PYD’ê li Fînalandiyayê beşdarî civîna gel bû

A+ A-

Hevserokê Salih Muslîm û Endamê Desteya Bilind a Kurdan Salih Muslîm ku demeke li welatên Ewropayê dîplomasî dimeşîne û der barê rewşa Kurdên Rojavayê Kurdistanê de agahî dide, vê carê li Helsinkiyê beşdarî civîna gel bû.

Hevserokê PYD’ê Salih Muslîm ku di heman demê de endamê Desteya Bilind a Kurdan e jî, li Fînlandiyayê bi awayeke payebilind hate pêşwazîkirin. Havserokê PYD Salîh Muslîm li Fînlandiya di civîna gel de ji bo Kurdên Fînlandiya axivî.

Piştî hevdîtinên Salîh Muslim û heyeta PYD bi sazî û rêxistinên Fînlandî di 26’ê cotmehê de li bajarê Helsinki paytexta Fînlandiya ji bo Kurdên ku Fînlandiya dijîn civînek girseyî li dar xistin. Havserokê PYDê Salîh Muslîm bal kişand ser serhildana ku a niha li Rojava heye û rêveberiya xweseriya demokratîk a Kurdan li Rojava ji bo beşdaran vekir.

Beşdar jî piştî ku gotinên Muslîm bi dawî bûn, pirsên xwe kirin û Salih Muslîm jî bersiva pirsên wan da. Her wiha hinek li beşdarên civînê daxwaza piştgîriya gelên Kurd yên Ewropayê ji bo greva birçîbûnê a li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kirin.

ANF NEWS AGENCY