1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Hewramî: Pêwîst e Zimanekî Hevpar Bê Afirandin
Hewramî: Pêwîst e Zimanekî Hevpar Bê Afirandin,hewramî,pêwîst,e,zimanekî,hevpar,bê,afirandin

Hewramî: Pêwîst e Zimanekî Hevpar Bê Afirandin

A+ A-

AMED - Zimanzanê ji zanîngeha Seleheddînê Dr. Mahmud Osman Hewramî di konferansa zimanê kurdî de axivî û got; "Divê zimanzanên li 4 parçeyên Kurdistanê dijîn û akademîsyenên ziman bên ba hev û zimaneke hevpar derxînin holê.

2'mîn rûniştina konferansa zimanê kurdî ya bi tevlîbûna zimanzanên li Bakûrê Kurdistanê, Kafkasya, Herêma Kurdistanê, Sûriye û gelek welatên Ewropayê hatî lidar xistin, bi panelekê destpê kir. Di panelê de Mahmud Nêsite modetorî kir, Zimanzanê ji zanîngeha Seleheddînê Dr. Mahmud Osman Hewramî, Îhsan Êspar û Dilşa Yûsif jî axivîn. Gelek zimanzan, siyasetmedar û nivîskar jî tevlî panelê bûn. Dr. Hewramî di panelê de axivî û got; "Di pergala dewletan de yek ziman heye. Lewma derfeta pêşxistina tu zimanên din nayê qebûlkirin. Ji ber ku ev pergal totalîter in nahêlin zimanên din bijîn û dikevin nava hewldana helandina zimanên din.

'KURDÊN LI 4 PARÇEYAN BILA ZIMANEKE HEVPAR BIAFIRÎNIN'

Hewramî, anî ziman ku di feraseta netewî ne yêk zimane û wiha axivî: "Netewiyet gelek zimanan di nava xwe de dihewîne. Di pergalên bi vî rengî de zimaneke hevpar xwezayî ye. Lewma divê di her qadekê de tevî zimanê perwerdehî û hîndekariyê ev ziman li hemû deverên jiyanê bên axaftin. Ji ber ku kurd hatine parçekirin li ser erdnîgariya kurdan zimanên cuda hene. Ev ziman jî di bin desthilatdariya wan dewletan de tên axaftin. Ev yek jî bixwe re zimanên cuda derdixîne holê. Ji bo ku ev cudahî ji holê rabe divê zemînê zimaneke hevpar bê afirandin û zimanzan û akademîsyen bên ba hev, her wiha vê zemînê biafirînin."

Dilşa Yûsif jî komên zimanê kurdî nirxand û got; "Zaravayê zazakî di nav koma goranî de ye lê divê zaravaya kurmancî bê lêkolînkirin.

Konferans bi nirxandina pirsgirêkên zimanê kurdî berdewam dike.