1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. 'Heya Birêz Ocalan azad nebe, pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê bi ser nakeve'
'Heya Birêz Ocalan azad nebe, pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê bi ser nakeve',heya,birêz,ocalan,azad,nebe,pêvajoya,aştiyê,li,tirkiyeyê,bi,ser,nakeve

'Heya Birêz Ocalan azad nebe, pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê bi ser nakeve'

Parlamenterê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Salar Mehmûd diyar kir ku gelê Kurd azadiya Ocalan dixwaze û got ku heya Ocalan azad nebe, li Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê bi sernakeve

A+ A-

POLA PIŞDERÎ / SILÊMANÎ

Parlamenterê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Salar Mehmûd der barê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan ji ji ajansa me re axivî.

Salar Mehmûd diyar kir ku pêwîste piştî hewldana darbeyê li ser mijara aştiyê were rawestandin û wiha pêde çû; "Piştî ku li Tirkiyeyê hewldana darbeyê pêk hat, niha li Tirkiyeyê di warê rêveberinê û hikûmetê de, dixwazin, guhertinê çêbikin. Ji bo vê yekê hêvî dikin ku zêdetir di warê demokrasiyê de ber bi pêş biçe û sîstema leşkerî û nedemokratîk were kêm kirin. Di vê çarçoveyê de, mafê gelên Tirkiyeyê bên dayîn. Bi taybetî jî pêwîste li ser mijara aştiyê bê rawestandin. Bi taybet ew projeya aştiyê ji berî niha di navbera Kurdan û dewletê de hatî amadekirin. Dîsan yek ji daxwazên gelê Kurd azadiya Birêz Ocalane. Dîsan yek ji daxwazên rewa yên hejmarek rêxistinên civakî ên azadîxazine jî."

'Eger li gorî pîvanên navnetewî bûya pêwîst bû niha Ocalan azad bûya'

Salar Mehmûd wiha jî dewam kir; "Eger li gorî pîvanên navnetewî bûya pêwîst bû niha Ocalan azad bûya. Di warê pêvajoya aştiyê û warên din de rolên mezin bi lîstiya. Mafên gelan bi parêziyan di nava dewleta Tirkiyeyê de. Piştî çendin darbeyan hîn rayedarên Tirkiyeyê negihişine wê qenaetê bi rêya aştî û demokrasiyê welat bi rê ve bibin. Divê ev pêngava dawî ya xwe li berçavan re derbas kirinê be ji bo Tirkiyeyê. Disan di vê navberê de mijara azadiyê, bi taybet nêzîkbûna ligel girtîgehan, mafên gelan di çarçoveyeke din de, bigrin dest û guftûgoyan li ser bikin. Di vê demê de li Tirkiyeyê di her warê azadiyê de, pêwîstî bi azadiya Birêz Ocalan heye. Yek ji aktorên herî bi hêz ê pêvajoya aştiyê ye. Di karim bêjin hem di nava Tirkiyeyê de hem jî li herêmê aktorekî bi hêze."

'Rasterast beşdarbûna Ocalan ya li nava pêvajoya aştî wê krîzên li Tirkiyê çareser bike'

Salar di berdewama axaftina xwe wiha anî ziman; "Eger îro bi cidî goftûgo li ser azadiya Ocalan neyê kirin û dewlet di warê azadiya Ocalan de neyê hiştyar kirin, li gorî min wê ji bo pêvajoya aştî û demokrastiyê li Tirkiyeyê hizmetê neke. Li gel me Kurdan, ev yek dibe piştguhxistina aştî û demokrasiyê li Tirkiyeyê. Rasterast beşdarbûna Ocalan ya dinava pêvajoya aştî û demokrasiyê de wê pirsgirêk û krîzên li Tirkieyê çareser bike û wê rê li jiyana hevpar a gelên Tirkiyeyê veke. Bi be sedem ku pirsgirêkên di nava dewlet û gelê Kurd û gelên din de bên çareser kirin."

'Heya Birêz Ocalan azad nebe, pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê bi ser nakeve'

"Parlamenterê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Salar Mehmûd herî dawî got; "Di her du qoxanên parlamentoyê de, ji bo azadiya Ocalan me pêşengî kir. Bi komkirina îmzeyan, di nava parlamenteran û wezîran de. Di dema bûrî ya palamentoyê de 97 parlamenter û serokê palamentoyê û çend wezîrekê me ji bo azadiya Ocalan îmze avêtin. Ev îmze me dan rayedarên peywendîdar û raya giştî. Her nûnerekî welatakî biyanî serdana parlamentoyê kirî be, eger em ligel rûniştî bin derheqê azadiya Ocalan de, em axivîne. Me destnîşan kiriye ku eger li Tirkiyeyê dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin, mijara sereke azadiya Birêz Ocalene. Heya Birêz Ocalan azad nebe, pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê bi ser nakeve. "

(ab)