1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Heyeta BDP'ê çû Şemzînanê
Heyeta BDP'ê çû Şemzînanê,heyeta,bdp,ê,çû,şemzînanê

Heyeta BDP'ê çû Şemzînanê

A+ A-

Piştî 3 sivîlên ku di pevçûna navçeya Şemzînan a Colemergê de ji alî polîs û leşkeran ve hatin qetilkirin, heyeta BDP'ê ku parlementerê BDP'ê Esat Canan jî di nav de çû Şemzînanê.

Heyeta BDP'ê ya di serokatiya parlementerê BDP'ê yê Colemergê Esat Canan de hate avakirin, ji bo qetilkirina 3 sivîlan li cih lêkolînê bike ber bi Şemzînanê ve birê ket. Cenezeyên Necdet Gurelî, Tayyar Gurelî û Osman Ertaşê ku şeva din ji alî polîs û leşkeran ve hatin qetilkirin rakirin nexweşxaneya Devlet a Wanê. Di heyeta ku hate avakirin de Esat Canan, Şaredarê Gewerê Ercan Bora, Şaredarê Bajirgeyê Hûrşît Altekîn û Endamê Meclîsa Bajar a Colemergê Ferzende Yilmaz cîh girtin. Heyet wê serî de bi malbatên yên jiyana xwe ji dest dayî û çavdêrên bûyerê re hevdîtinê pêk bîne. DÎHA (mç/mae)


Bêjeyên Miftehî