1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "'Hikûmet dikare mûçeyên karmendan bide"
"'Hikûmet dikare mûçeyên karmendan bide",hikûmet,dikare,mûçeyên,karmendan,bide

"'Hikûmet dikare mûçeyên karmendan bide"

A+ A-

AŞTÎ EHMED / HEWLÊR/ROJNEWS

Endamê Komîsyona Darayî yê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Şêrko Cewdet diyar kir ku sîstema paşxistina mûçeyan şaş e, ji ber wisan hatiye plankirin ku mehane 250 milyon dolar vegere ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê û got ku hikûmet dikare mûçeyên karmendan bide.

Endamê Komîsyona Darayî yê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Şêrko Cewdet der barê mûçeyên karmend û mamostayan de ji RojNews re axivî û got:"Li gorî sîstemê di 10 mehên derbasbû de pereyên ji bo hikûmetê dimînin dike 2 milyar û 500 milyon dolar. Pereyê karmendan jî li ser hikûmetê gelek dibe. Ji ber çi vî pereyî parve nake. Bêgûman ev sîstem berevajî kirina yasayê ye, mecbûrkirina karmendane."

Cewdet diyar kir ku li gorî daneyên herî dawî Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî dane di meha Çîle ya 2016'an de bihayê 650 milyon dolar petrol firotine ku ew jî nêzî 750 milyon dolar ango nêzî pereyê mûçeyên karmendane û got: "Erê êdî ji ber çi mûçeyên karmandan bi tevahî nadinê. Ev yek tê wê wateyê dane û agahiyên hikûmet bi xwe jî didin, ji me re zelal dibe, hikûmet dikare mûçeyên karmendan bidinê. Herwiha rapora herî dawî yên Wezîrê çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê di de diyar kirin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê mehane 629 milyon dolar ji derveyî dahata navxweyî ya Herêma Kurdistanê bi dest tîne. "

Dr. Şêrko Cewdet diyar kir ku tevilheviyek ber bi çav di nava Wezareta Çavkaniyên Xwezî de heye û baca wê karmand didin.

(ab)