1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. ′Hikûmeta Başûr li hember şewtandina Serwîn bêdeng ma′
′Hikûmeta Başûr li hember şewtandina Serwîn bêdeng ma′,hikûmeta,başûr,li,hember,şewtandina,serwîn,bêdeng,ma

′Hikûmeta Başûr li hember şewtandina Serwîn bêdeng ma′

A+ A-

MEDYA HENAN

QAMIŞLO– Berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd got ku hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê li hember bûyera şewtandina Serwîn bêdeng ma.

Jin li herêma Başûrê Kurdistanê rastî tade û tundiyeke mezin tê. Li hember zulma ku mêr li ser jin dide meşandin tu kes dengê xwe nake. Herî dawî ciwana bi navê Serwîn Nobdar bi destê bavê xwe hat şewtandin. Derbarê vê yekê de Berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd ji ANHA′re axivî.

Evîn Siwêd di destpêka axaftina xwe de got ku di sala 2016′an de jin herî zêde rastî zulm û zordariyê hat û ev tişt anî ziman: ʺli Rojhilata Navîn di encama zihniyeta baviksalarî de, jin rastî tundiyeke mezin tê″.

Evîn da zanîn ku her roj bûyera ′jin li ser destê hevjînê xwe û bi hiceta namûsê tê kuştin derdikevin û wiha axivî: ″Her kes wekî berê li beramberî vê tewambariyê bêdenge, bi taybet başûrê Kurdistanê ku bûye cihê kuştina jin.″

Derbarê şewtandina Serwîn Nobedar a 23′ê salî Evîn ev tişt anî ziman: ʺhikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê doza Serwîn ranekir dadgehê û hesab ji bavê wê nexwest. Berovajî wê li ser buyera şewtandina Serwîn girtin.″

Evîn anî ziman ku helwesta hikûmeta herêma Başûr li hember tundiya ku li ser jinê tê meşandin wiha vegot: ″Hikûmeta Başûr buyera Serwîn girtin û gotin ku wê xwe intîhar kiriye″.

Derbarê sedema kuştina jinê li herêma Başûrê Kurdistanê Evîn ev tişt got:ʺkevneşopiyên ku azadiya jin sînordar dikin, hê li Başûrê Kurdistanê serwer in. Her wiha koletî li ser jinê tê ferzkirin. Ev yek dibe sedema ku jin her dem rastî zulm û tadeyê were.″

(np)

ANHA