1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. ‘Hikûmeta Herêmê 2016’ê tenê wê bikare pereyê 6 mehan bide’
‘Hikûmeta Herêmê 2016’ê tenê wê bikare pereyê 6 mehan bide’,hikûmeta,herêmê,2016,ê,tenê,wê,bikare,pereyê,6,mehan,bide

‘Hikûmeta Herêmê 2016’ê tenê wê bikare pereyê 6 mehan bide’

A+ A-

HÛŞMEND KURDÎ/ HELEBCE

Endamê desteya aborî li parlamentoya Iraqê Mesûd Heyder ragihand ku wê sala 2016’ê Herêma Kurdistanê krîza aborî zêdetir bijî. Heyder got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê sala 2016’ê tenê wê bikare pereyê 6 mehan bide.”

Endamê desteya aborî li Parlamentoya Iraqê û parlamenterê Tevgera Goran Mesûd Heyderî ku rewşa aborî ya Iraq û herêmê ya sala 2016’ê ji RojNews re nirxand, got; “Di yasaya bûtçe ya sala 2016’ê ya Iraqê de, nirxê her yek varêlê petrolê 45 Dolar hatiye diyarkirin. Ji Hezîrana 2015’ê virde pereyê petrola Herêma Kurdistanê û Kerkûkê ku rojane 360 hezar varêl petrol tê firoştin, nayê dayîna Bexda. Iraq ji bo salane bikare mûçeyê hemû karmend û saziyên xwe bide, pêwîstiya wê bi 70 tirîlîlyon Dînarê Iraqî heye.”

Parlamenter Mesûd Heyderî dewama axaftina xwe de wiha jî got; “Îro nirxê her varêlekî petrola Iraqê 30 Dolar e. Rojane Iraq 31 hezar varêl petrol dişîne derve. Ger nirxê petrolê wiha bimîne ku ev jî zehmete, ji ber li gor pêşniyarên tên kirin, heya Îlona 2016’ê nirxê petrolê bibe 20 Dolar. Ev jî dibe sedem ku wê demê Iraq bi 13 Dolar û herêma Kurdistanê jî bi 10 Dolaran petrolê bifiroşe. Ev jî diyar dike ku wê sala 2016’ê bi giştî qezenca Iraqê ji petrolê bibe 33,577 tirîlyon Dînarê Iraqî. Ev jî tê wateya ku wê Iraq nikaribe ji sedî 50 mûçeyên karmend û saziyên xwe bide.”

Mesûd Heyderî diyar kir ku pêwîstiya Iraqê bi hîn zêdetir qezenca petrolê heye û wiha peyîvî; “Iraq ji bo 2016’ê bikare mûçeyê hemû saziyên xwe bide, pêwîstiya wê bi 22 tirîlyon Dînarê Iraqî deyn heye. Herêma Kurdistanê mehane 860 milyar Dînar jê re pêwîst e ji bo bikare mûçeyê karmend û saziyên xwe bide. Ev jî tê wateya ku di salekê de 10.320 tilîlyon Dînarê Iraqî jê re pêwîst e. Ji Hezîrana îsal virde Herêma Kurdistanê bi bê Iraqê petrolê difiroşe derve. Mehane jî 850 mîlyon Dolar ji şîrketên petrolê werdigire. Di 1’ê Çileya 2016’ê de li gor nirxê petrolê wê pere bê herêmê. Ger ku nirxê petrolê wiha ber bi kêmbûnê ve biçe, wê demê herêm salekê de petrola difiroşe dike 6, 933 tirîlyon Dînar. Ev jî tê wateya ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di rewşek herî baş de sala 2016’ê tenê dikare mûçeyê 6 mehan bide. Belê ji bo şerê dijî teror, her wiha rêvebirina sazî û krîza penaberan, pêwîstiya wê bi jêderek din jî heye.”

(sk)