1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Hikûmeta Sûrî dibe îro îstifa bike
Hikûmeta Sûrî dibe îro îstifa bike,hikûmeta,sûrî,dibe,îro,îstifa,bike

Hikûmeta Sûrî dibe îro îstifa bike

A+ A-

ŞAM - Hat diyarkirin ku dê îro hikûmeta Serokwezîrê Sûriye Nacî Utrî îro îstîfa bike û di nava 24 demjimêran de kabîneyek nû were avakirin.

Li gor daxwiyaniya rayedarekî Sûrî, ku nexwest nav bide ji AFP’ê re got, divê îro hikûmeta Serokwezîr Nacî Utrî îstîfaya xwe bide û di nava 24 demjimêran de kabîneyeke nû were avakirin.

Ev tedbîr piştî sozên reformê yên Serokkomar Beşar el Esad piştî xwepêşandanên gel dayî hat girtin. Rejîmê ji beriya niha dabû diyarkirin ku wê rewşa awerte were rakirin û 260 girtî hatibûn berdan.

Tê hêvîkirin ku di van du rojan de Serokkomar Beşar el Esad daxwiyaniyek bide.