Hikûmetê gav neavêt
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - KCK, aşkera kir ku ji ber hikûmetê tu gav neavêtine tu wateya biryara bêçalatiya ku di 13'ê tebaxê îlan kiribûn nemaye. KCK'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hêzên wan dê li hemberî êrîşan xwe zêdetirê biparêzin, lê êrîşan pêknayînin.
Li gorî nûçea Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê têkildarî biryara bêçalaktiyê daxuyaniyek da. KCK'ê destnîşan kir ku li gel hemû biryarên bêçalaktiyê yên heta îro hatine îlankirin, dewletê tu gav neavêtine û ji ber wê jî tu wateya domandina biryara bêçalaktiyê nemaye. KCK'ê daxuyand ku heta niha wekî tevger ji bo bersiv bide daxwazên raya giştî, 8 caran agirbest îlan kirine û di daxuxuyaniya xwe de agirbestên heta îro hatine îlankirin rêz kir. Daxuyanî wiha hate domandin: "Tevgera me ji bo hewldanên Ocalan yên dîrokî encam bibin, here wiha ji bo berbisyariya xwe bicih bîne agirbest îlan kir û diyar kiribû ku li gorî pêvajoyê di navberê de dê birayarê binirxîne. Bi taybet me gotibû ku em di meha adarê de dê cardin rewşê bi nirxînin. Tevgera me têkildarî pêkanînên AKP'ê yên rizandin û mijûlkirinê gelek caran hişyarî dan hikûmetê. Lê AKP bi destê hin tevkarên kurd xwestiye kurdê azad tasfiye bike."
Di daxuyaniyê de hate gotin di van 6, 5 mehan de tu gavên ewlekar nehatiye avêtin û wiha hate berdewamkirin: "Her çikas ji ber demsaliyê operasyonên leşkerî kêm bûbûn jî, li hemberî siyasetmedarên kurd operasyonên siyasî dewam kir. Di doza KCK'ê de tu siyasetmedarên kurd nehatin berdan û parastina kurdî nehate qebûlkirin. Mercên Ocalan nehatine başkirin. Diyalogên bi Ocalan re derbasî muzakereyan nebû û tu encam nehatin girtin. Her roj li heremê gorên komî derdikevin holê. Ji bo avakirina Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqatan tu gav nehatine avêtin. Bendava hilbijartinê ku îradeya gelê kurd asteng dikir nahetiye daxistin. AKP hewl dide bi hileyan cardin hejmara parlamenterên kurd yên li meclîsê kêm bike."
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên wên dê li hemberî êrîşan xwe zêdetirê biparêzin, lê tu êrîşan nakin.
(lg)
