1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Hilbijartiyên Şirnexê ji kar dûr xistin
Hilbijartiyên Şirnexê ji kar dûr xistin,hilbijartiyên,şirnexê,ji,kar,dûr,xistin

Hilbijartiyên Şirnexê ji kar dûr xistin

A+ A-

Wezareta Karên Hundir, bi biryarekê 5 şaredarên girtî, şaredarekî der barê wî de biryara girtinê heye, şaredarekî serbest, 15 endamên meclîsa şaredariyê, 3 cîgirên Şaredar, wekilekî şaredar û 6 endamên Meclîsa Giştî ya Bajar bi tevahî 31 hilbijartiyên Şirnexê di çarçoveya lêpirsîna doza KCK'ê de ji peyvirê girtin.

Wezareta Karên Hundir, der barê 31 hilbijêrên Şirnex û navçeyên wê ku di navde şaredar, wekîlên şaredar, cîgirên şaredar, endamên meclîsa şaredariyê, endamên Meclîsa Giştî ya Bajar hene û di çarçoveya doza KCK'ê de tên darizandin biryara ji peyvirgirtinê girt. Wezareta Karên Hundir der barê hilbijartiyên ku di navde şaredar û endamên meclîsa giştî ya bajar jî hene û di çarçoveya doza "KCK'ê de hatin girtin bi lez û bez derê wan de biryara girtinê girt. Wezareta Karên Hundir, bi lez nivîsek şand û diyar kir ku endamên meclîsa şaredariyê li gorî xala 27'an a zagona şaredariyan a hêjmara 5393'an û fikra 4'an a xala 127'an a makeqanûnê ji peyvirê hatine girtin.

Şaredard, endamên meclîsa şaredariyê, endamên meclîsa bajar û wekîlên ku ji peyvirê hatin girtin wiha ne:

Şaredarê Şirnexê yê girtî Ramazan Uysal, Wekîla Şaredarê Şirnexê Piruz Ustun, Endamên Meclîsa Şaredariyê Aydin Pusat, Gurbet Balik, Abdulazîz Bîlgî, Zeynep Înan, Maruf Îke, Ayşe Îrmez, Mehmet Selîm Basan, Cemîl Yorgun, Mehmet Çakan, Yahya Barinç, Şaredarê Sîlopiyê Emin Togurlu, Cîgirê Şaredarê Sîlopiyê Kadîr Kunur, Endamên Meclîsa Şaredariyê Serhat Sevîşoglu, Temel Tanrikulu û Abdulazîz Tanrikulo, Şaredarê Cizirê Aydin Budak ê di operasyona 24'ê kanûna 2009'an de ji doza "KCK'ê" hate girtin, Wekîlê Şaredarê Cizîrê Mehmet Saci, Cîgira Şaredarê Cizîrê Hanim Onur, Endamê Meclisa Şaredariyê Adem Golce Îke, Reşît Gun, Basrî Ertene, Şaredarê Hezexê Resul Sadak û Şaredara Qilabanê Şukran Sîncar.

'Biryar dijdemokratîk e'

Di biryarê de wiha hate gotin: "Şaredar û hilbijartî li gorî zagona xala 27'an a hêjmar 5393'an a 'Der barê peyvira wan de ger ku ji ber sûcekî der barê wan de lêpirsîn û doz bê vekirin Wezareta Karên Hundir dikare wan ji peyvirê bigire.' Ger ku biryar di ber çavan re hate derbaskirin dîsa dikare biryarê rake û li karê wî vegerîne. "

Parêzerên girtî û hilbijartiyan bertek nîşanî biryara Wezareta Karên Hundir da û anî ziman ku ev biryar li dijî hiqûq û demokrasiyê ye.

Li gorî xala 34'an a ZAgona Îdareya Taybet a Bajar Endamên Meclîsa Giştî ya Bajar ku ji peyvirê hatin girtin jî wiha ne: Endamê Meclîsa Giştî ya Bajar a Şirnexê Emîn Îrmez Alî Aktaş, Hasan Atak û Sarya Olmez ku di 21'ê îlone de ji aliye 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hatin girtin, Seroka Meclîsa Giştî ya Bajar a Şirnexê ya BDP'î Leyla Bîrlîk û Endama Meclîsa Giştî ya Bajar a Şirnexê Sitki Demîr.

DÎHA (mae)