1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Hingive li Çiyayê Kato daket bazarê
Hingive li Çiyayê Kato daket bazarê,hingive,li,çiyayê,kato,daket,bazarê

Hingive li Çiyayê Kato daket bazarê

A+ A-

Kedîgerên mêşên hingiv ku li gundên Lêwînê yê herêma Çiyayê Kato hilberîna hingiv dikin, hingivê xwe kom kirin û daxistin bazarê.

Kedîgerên mêşên hingivîn ên lerêma Çiyayê Kato yê Colemêrgê, her sal di demsalên buhar, havîn û payizan de mêşên hingiv xwedî dikin û hilberina hingiv dikin. Mêşvanên ku li zozan û çiyaên bilind mêşan xwedî dikin piştî ku hingiv kom dikin, dadikevin navçe û bajar û hingivên xwe derdixin bazarê. Mêşvanên gundê Lêwînê yê Çiyayê Kato ku di demsala havîn û payîzê de mêş xwedî kirin û hilberîna hingiv kirin, piştî di demsala payizê de hingivê xwe kom kirin daketin bajar. Mêşvanan hingivê xwe daxistin bazarê û dest bi firotina hingiv kirin. Mêşvanê Gundê Bêtkarê yê Colemêrgê M. Tahir Engin, diyar kir ku ew di nava operasyon û şer de mêşan xwedî dikin û ji ber vê yekê pir zahmetiyê dikişînin. Engin, anî ziman ku mêşên wan ji kulîlk û çêra kontara Çiyayê Kato û zozanên Feraşîn û Lêwinê diçêrin û hingivê wan ji ber wê yekê pir bi qîmet e. Ergîn, da zanîn ku ji ber çêra zozanên bilind û pir rengîn ew tu maddeyên din tev li hingiv nakin û hingivê herî baş û bi qalîtey ye. Ergîn, da zanîn ku ew her tim di nava tirsê de mêşan xwedî dikin û jiyanawan di talûkeyê de ye. Engîn, destnîşan kir ku hingivên ku di demsala havîn û payizê de kom dikin di demsala zivistanê de dadixin bazarê û difiroşin.

(mae)