1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Hozan Zinar çavê xwe li jiyanê girtin
Hozan Zinar çavê xwe li jiyanê girtin,hozan,zinar,çavê,xwe,li,jiyanê,girtin

Hozan Zinar çavê xwe li jiyanê girtin

A+ A-

ANF / 29 Gulan 2011 AMSTERDAM - Ji kedkarên tekoşîna azadiya Kurd Hozan Zinar ku nexweşê penceşêrê bû, çavên xwe li jiyanê girtin.

Hozan Zinar ku li Nexweşxaneya VU Medîkal ya paytext Amsterdam yê Hollandayê di hat derman kirin vê sibehê jiyana xwe ji dest da. Mirina Hozan Zinar di nav Kurdên li Hollandayê xemgîniyek mezin çêkir.

Beriya niha Hozan Zinar ku hevjîna xwe ji bi penceşêrê winda kiribû, her wiha beriya niha 3 hefteyan jiber mirina bavê xwe pir xemgîn bibû û xwîn ketibû ser mejiyê wî. Hozan Zinar ku ev 10 sale lihember penceşêrê tekoşînê dike. Her wiha Hozan Zinar jiber netêriya gorçîkan jî ew hefteyek bû li nexweşxanê girêdayî makîneya diyalîzê jiyan dikir.

Hozan Zinar ku li navçeya Ekecîka Aksarayê hatibû cîhanê, her wiha jiber neçarî koçberî Hollandayê kirî û neçar mayî li wir jiyan bike. Hozan Zinar bi girêdana xwe ya bi Tekoşîna Azadiya Kurdistanê ve û di hemû çalakiyan de di rêzên pêş de cihê xwe girtin dihat nas kirin.

Hozan Zinar di 16 saliya xwe de PKK’ê nas dike û girêdana xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve jî bi strana çêkirî ya binavê ‘Biz Apo’ya soz vermişiz’ dihat naskirin. Her wiha bi gelek staranên ku îmze avêtî binê wan ku gotin û muzîka wan wî bixwe çêkirî weke ‘Munzur Çayı’ û gelekên din. Hozan Zinar bi deng û saza xwe ve ji aliyê gel ve dihat heskirin û ecibandin.

ANF NEWS AGENCY