1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Hozat: HDP partiyeke azadîparêziya jinê ye
Hozat: HDP partiyeke azadîparêziya jinê ye,hozat,hdp,partiyeke,azadîparêziya,jinê,ye

Hozat: HDP partiyeke azadîparêziya jinê ye

Hozat ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê bang li jinan kir û got, "Jin, ji bo jiyaneke azad û wekhev, ji bo sîstem û siyaseteke demokratîk ji bo tevlîbûna wekhev û azad a li qadên siyaset û jiyanê, divê dengên xwe bidin HDP'ê."

A+ A-

BEHDÎNAN - ANF Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê bang li jinan kir û got, "Jin, ji bo jiyaneke azad û wekhev, ji bo sîstem û siyaseteke demokratîk ji bo tevlîbûna wekhev û azad a li qadên siyaset û jiyanê, divê dengên xwe bidin HDP'ê."

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat, ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, bang li jinan kir:

"Zîhniyetê bi serdestiya mêr tevahiya cîhanê bi rêve dibe. Tirkiye jî yek ji welatên cîhanê ye. Yên Tirkiykeyê bi rêve dibin jî partiyên bi serdestiya mêr, partiyên sîstemê ne. Siyaseta hemû partiyên bi serdestiya mêr, ji bilî komkujî, zilm, êş û îşkenceyê tiştek nedaye jinan. Ji bo jin xwe bi awayekî azad bi rêxistin nekin, bi vîn û nasnameya xwe re tevlî siyasetê nebin, di serî de li qada siyasetê ji bo li hemû qadên iyanê bi awayekî azad xwe îfade nekin, hemû zemîn û derî girtin. Li ser mêtîngerî û koledariya jinê, her tim xwe hilberand, mezin kir û kir sazî. Hemû partiyên sîstemê yên li Tirkiyeyê niha vê îfade û temsîl dikin.

ZÎHNIYETÊ DAIŞ'Ê DI NAVA AKP'Ê DE TÊ TEMSÎLKIRIN

AKP jî yek ji partiyên ku siyaseta serdest a mêr xwe lê kiriye sazî, xurt kiriye û gihaştiye asta herî bilind. Ti cudahî di navbera AKP û DAIŞ'ê de nîne. Çawa ku DAIŞ li Rojava, Sûriye, Iraq û Şengalê jinan qetil dike, hovîtiya herî mezin li jinan dike, îşkence û tecawizê dike, li bazaran difiroş e û komkujiya herî mezin di ser mijara jinê re li hemberî civaka Kurd û gelên Rojhliata Navîn dimeşîne, AKP jî di vî warî de ji DAIŞ'ê ne cuda ye. Di mezinbûn, xurtbûn û meşadina vê hovîtiya DAIŞ'ê ya li Kurdistan û herêmê de, desteka AKP'ê ya ji bo DAIŞ'ê roleke mezin dilîze. Lewma zîhniyetê DAIŞ'ê di nava AKP'ê de tê îfade û temsîlkirin. Ev yek zîhniyet û siyaseta dijminatiya li jinê ye.

JIN BERÊ XWE DIDIN HDP'Ê

Yekemcar li Tirkiyeyê partiyeke azadîparêziya jinê, bi navê HDP'ê li Tirkiye û cîhanê derdikeve pêş. Ji bo wekhevî û azadiya jinê, ji bo jiyaneke demokratîk û azad têdikoşe û siyasetê hildiberîne. Îdîaya ji bo avakirina sîstema jiyaneke azad û demokratîk destnîşan dike. Ji bo vê jî têkoşîna herî xurt dimeşîne. Ber bi HDP'ê ve herikîn û tevlîbûneek xurt a jinê heye. Ji ber ku jin dizanin; bi sîstema hevserokatiyê ya HDP'ê re tevlîbûna jinê bi nasname û vîna xwe ya cewherî ya li qada siyasetê û her qada jiyanê di asta wekhev û azad de, garantiya wekhevî û azadiya jinê ye. Jinên gelekî baş bi vê dizanin, berê xwe didin HDP'ê. Li dijî AKP'ê bangeke mezin a şer û têkoşînê dikin. Banga berxwedanê li hemû jinan dikin. Ev encam û tablo gelekî girîng û giranbuha ye.

JI BO JIYANEKE AZAD Û WEKHEV DIVÊ JIN DESTEKÊ BIDIN HDP'Ê

Di van hilbijartinan de bi ser ketina HDP'ê bi ser ketina xeta azadiyê ya jinê, sîstema demokratîk, civak û jiyana azad e. Dixwazim bang li hemû jinan bikim. Ji bo jiyaneke wekhev û azad, ji bo siyaset û sîstemeke demokratîk, ji bo tevlîbûna bi vîn û nasnameya xwe bi awayekî wekhev û azad li siyaset û hemû qadên jiyanê, divê jin dengê xwe bidin HDP'ê. Ji bo HDP di vê hilbijartinê de bi ser bikeve, girîng e bixebitin û têbikoş in.

JIN BI BERXWEDAN Û TÊKOŞÎNÊ RE BI SER DIKEVIN

Jinên Kurd ev yek bi awayekî zelal raxistin pêş çavan; eger li ber xwe were dayîn û têkoşîn bê meşandin, sîstem, siyaset û zîhniyeta serdest a mêtîngerî, zext û zilmê li jinê dike, mehkûmî hilweşînê ye. Ev yek li Kobanê û Rojava hat îspatkirin. Şoreşa Rojava, serketina Kobanê û berxwedana Şengalê, şoreş, serketin û berxwedaneke jinê ne. Gotineke gelekî xweş a gelê me yê li Rojava heye; 'Li dijî DAIŞ û zîhniyeta mêr a kirêt, şerê herî xurt ji aliyê jinên bedew ên Rojava ve hat dayîn, mêrên kirêt têk birin û bi ser ketin.' Em jî bi wesîleya vê hilbijartinê vê bangê li tevahiya jinên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dikin; girîng e jin zanibin AKP DAIŞ'eke, parityeke siyasî ya DAIŞ'ê ye û dijminê jinê ye.

HDP WÊ SIBEROJÊN AZAD DIYARÎ JINAN Û GELÊN ROJHILATA NAVÎN BIKE

Çawa ku li Rojava, Kobanê û Şengalê jin têkoşiyan, divê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî li hemberî AKP'ê di heman astê de têbikoş in. Pêwîste vê têkoşîna xwe jî bi xwedîderketina li HDP'ê, bi dengdayîna ji bo HDP'ê, bi biserketina HDP'ê re nîşan bidin. Eger ev yek pêk were, çawa ku jinên bedew ên Kurd li Kobanê DAIŞ têk birin, wê jinên bedew ên Tirkiyeyî û Bakurê Kurdistanê jî, li Tirkiyeyê AKP'ê têk bibin. Wê deriyên sîstemeke demokratîk û jiyaneke wekhev û azad heta dawiyê vekin. Li ser vê bingehê ji jinan re serketinê dixwazim, hezkirin û hurmetên xwe pêşkêş dikim."