1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. HPG: 15 leşker hatin kuştin
HPG: 15 leşker hatin kuştin,hpg,15,leşker,hatin,kuştin

HPG: 15 leşker hatin kuştin

A+ A-

24 Cotmeh 2011 BEHDÎNAN - Hate ragihandin ku di encama çalakiyê gerîlayên HPG’ê yên li Colemêrg, Sêrt û Bedlîsê de bi giştî 15 leşker hatine kuştin. Hate diyarkirin ku li Bedlîsê gerîlayek jiyana xwe ji dest da.

Navenda Çapemenî-Ragihandin HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama çalakiyên gerîlayan de li Bedlîsê 6, li Sêrtê 5 û li Colemêrgê 4, bi giştî 15 leşker hatine kuştin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gerîlayek li Bedlîsê jiyana xwe ji dest daye.

LI ÇELÊ 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Navenda Çapemenî-Ragihandin HPG’ê got; “Di 23’ê Cotmehê de di saet 08.00’an de li navçeya Colemergê Çelê di navbera qereqolên Garê û Genîştepe li dijî yekîneyeke dijmin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 4 leşkerê dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatine kuştin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî Nîrkola, Kurê Mizgeftê û Gostê bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”

LI BEDLÎSÊ 6 LEŞKER HATIN KUŞTIN, GERÎLAYEK JIYANA XWE JI DEST DA

Daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li Bedlîsê 6 leşker hatine kuştin û wiha hate gotin; “Di 22’ê Cotmehê de di saet 13.30’an de li BedlÎsê li herêma Lêldê di navbera leşkerê dijmin ê derketibûn operasyonê û gerîlayên me de pevçûnek qewimiye. Di encam pevçûnê de gerîlayên me yê bi navê Adil Amed – Sînan Pekoz bi lehengî şer kiriye û gihîştiye şahadetê. Di heman rojê di saet 17.30’an de li dijî leşkerê dijmin ê paş de vekişiyaye ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 6 leşker ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin herweha helîkopterek skorsky hatiye derbekirin. Helîkopera şewat pê ket naçar maye ji herêmê dûr bikeve.”

LI SÊRTÊ 5 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Navenda Çapemenî-Ragihandin HPG’ê têkildarê çalakiya gerîlayan a li Sêrtê jî ev agahî da; “Di 21’ê Cotmehê de li Sêrtê li dijî herêmên Çemkarê, Şehîd Resûn, navserên Diryan, Gulind û Gola Reşîd a bi ser Herekolê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk ve operasyonek hatibû lidarxistin. Di heman rojê de di saet 12.00’an de ji aliyê gerîlayên me ve li dijî yekîneyeke dijmin çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Cardin di saet 14.00’an de ji aliyê gerîlayên me ve li dijî yekîneyeke din a dijmin çalakiyeke duyemîn hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 5 leşkerê dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin 2 leşker jî birîndar bûye. Herweha dedektorek û hin alavên leşkerî jî ji aliyê gerîlayên me ve hatiye desteserkirin.”

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî