1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. HPG Di 3 Rojên Cejnê de Êrîş Nake
HPG Di 3 Rojên Cejnê de Êrîş Nake,hpg,di,3,rojên,cejnê,de,êrîş,nake

HPG Di 3 Rojên Cejnê de Êrîş Nake

A+ A-

BEHDÎNAN - Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihandin ku wê gerîla di Cejna Remezanê de tu çalakiyên leşkerî li dar nexin.

Biryargeha Navendî ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de got; “Di 3 rojên Cejna Remezanê de heta tu êriş li dijî hêzên me pêk neyên, hêzên me jî tu çalakî li dar naxin.”

Biryargeha Navendî ya HGP’ê Cejna Remezanê li gelê Kurd û alema Îslamê pîroz gkir û diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a bi riyên demokratîk tevgera zadî û gelê Kurd gelek hewl da.

HPG’ê diyar kir ku li rexmê hemû van hewldanan û biryarên bêçalaktiyê konsepta tesfiyekirinê ya topyekun xistin dewrê. HPG’ê got;

“Ji 27’ê tîrmehê ve hevdîtina ligel Rêberê me hatiye qedexekirin, her wiha di çarçoveya vê konseptê de ji 17’ê tebaxê ve Herêmên Parastinê yên Medyayê bê navber têne bombebarankirin. Di encama van êrişan de 3 gerîlayên me, 4 jê zarok, bi giştî 7 mirovên me yên sivîl şehîd bûne.” 4 çocuk, 7 insanımız olmak üzere toplam 10 değerli insanımız şehit düşürülmüştür.

Hêzên HPG’ê li ser esasê parastina rewa dest bi çalakiyên li hemberî vê êrişên topyekun ên AKP’ê kiriye. Dema pêwîst be, dewleta Tirk ola Îslamê bi kar tîne, heta baweriyên gelan dagir dike û pêkanînên Dehaqî pêk tîne, her wiha hikûmeta wê xwe wisa nîşan dide ku li hemberî pirsgirêkên Rojhilatanavîn pir hestyar e lê ji pirsgirêka xwe ya bingehîn ango pirsgirêka Kurd ji nedîtî vet ê. Her wiha Rêberê me û tevgera me ya azadiyê terrorize dike. Ev yek pirsgirêkê çareser nake berovajî wê pirsgirêkê kûrtir bike.

Fermandariya me van mijaran hemû nirxand û ji bo cejna aşitiyê Cejna Remezanê ji bo alema Îslamê bibe wesîleya aşitiyê, me weke HPG’ê biryar da ku heta êriş li dijî hêzên me neyên lidarxistin, wê hêzên me jî di 3 rojên Remezanê de çalakî li dar nexin.”