1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. HPG: Em ê li gel gerîlayên HRK’ê têbikoşin
HPG: Em ê li gel gerîlayên HRK’ê têbikoşin,hpg,em,ê,li,gel,gerîlayên,hrk,ê,têbikoşin

HPG: Em ê li gel gerîlayên HRK’ê têbikoşin

BEHDÎNAN - Biryargeha Navendî ya HPG’ê ragihand ku ew ê li gel gerîlayên HRK’ê li hemberî êrişên Îranê têbikoşin.

A+ A-

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku ew ê ligel gerîlayên HRK’yê li hemberî êrişên artêşa Îranê yên di 2’ê rezberê de dest pê kirin, têbikoşin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Weke tê zanîn artêşa Îranê ji 16’ê tîrmehê ve êrişê Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Îran gerîlayên PJAK û HRK’ê dike hincet û êrişan dike. Gerîlayên HRK’ê hêzên Îranê paş ve vegerandine û zêdetirê 400 leşkerên wê kuştibûn.

Ji ber van pêşketinan Konseya Rêveber a KCK’ê bang li her du aliyan kiribû ku şer nabe çare, divê çareserî bi riyên aşitiyane û diyalog pêk were. KCK’ê gerîlayên PJAK û HRK’ê yên li ser sînor razî kiriye û ew şandine herêmên hindûr ên Îranê û her wiha gerîlayên HPG’ê li şûna gerîlayên HRK’ê li van herêman hatine bicihkirin.

Piştî vê bangawaziya Konseya Rêveber a KCK’ê li herêmê guhertin pêk hatine û li ser sînorên Îranê gerîlayên HPG’ê hatine bicihkirin. Her çendî haya dewleta Îranê ji vê yekê heye, artêşa Îranê duh careke din dest bi êrişan kiriye.

Ji vê hewldanê jî aşkere dibe ku ji bo Îranê PJAK û HRK tenê hincetek e. Hedefa êrîşan hemû Kurd in û kozik û destkeftiyên ku Kurdan bi sedsalan liberxwedanê bi dest xitine ne. Giyanê neteweyî kul i çar parçeyên Kurdistanê pêk hatiye, dixwazin destkeftiyên demokratîk bi van êrîşan ji holê rakin.

Divê tu şik û gumana tu kesê jê nin be ku ev êrîşên hevpar û neheq ên Îranê û dewleta Trikiyeyê yên li dijî Kurdan pêk tên û hedefa wan jiholêrakirina destkeftiyên Kurdan e wê ji aliyê hêzên me ve bê tûriqandin. Em dadixuyînin ku li dijî van êrîşên Îranê yên ku Kurdan hemûyan dikin hedefa xwe, em ê wekî HPG ligel gerîlayên HRK’ê hêza xwe ya berxwedaniyê di bingeha stratejiya Parastina Rewa de bikar bînin. Heta ku êrîşên artêşa Îranê bidome em ê wekî gerîlayên Hêzên Parastina Gel li cem gerîlayên HRK’ê hêza xwe ya berxwedêriyê pêşkêş bikin û li hemû qadên gerîla li dijî artêşa Îranê têbikoşin.

Bi awayekî şênber ji sibeha 2’yê Rezberê û vir ve êrîşa li dijî Herêmên Parastina Medyayê yên li Kotamanê ji aliyê gerîlayên HPG’ê û HRK’ê ve paşde hatine vekişandin, bi dehan pasdarên Îranê û cerdewan hatine kuştin. Derbarê bîlançoya ji bo Îranê giran a li qada şer em ê paşê raya giştî bi berfirehî agahdar bikin.”

ANF NEWS AGENCY