1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. HPG: Li Çinarê zêdeyî 30 polîs hatin kuştin
HPG: Li Çinarê zêdeyî 30 polîs hatin kuştin,hpg,li,çinarê,zêdeyî,30,polîs,hatin,kuştin

HPG: Li Çinarê zêdeyî 30 polîs hatin kuştin

HPG'ê diyar kir, ku li hemberî qetilkirina 12 gerîlayên li Wanê, li dijî Midûriyeta Emniyetê ya Çinarê çalakiyeke berfireh hatiye lidarxistin. HPG'ê da xuyakirin, ku di vê çalakiyê de zêdeyî 30 polîs hatine kuştin

A+ A-

BEHDÎNAN - ANF HPG'ê diyar kir, ku li hemberî qetilkirina 12 gerîlayan li Wanê bi xwînwarî, li dijî Midûriyeta Emniyetê ya Çinarê çalakiyeke berfireh hatiye lidarxistin. HPG'ê da xuyakirin, ku di vê çalakiyê de zêdeyî 30 polîs hatine kuştin. HPG'ê destnîşan kir, ku heta êrîşên dewleta Tirk dewam bikin, ew ê jî çalakiyên mîna Çinarê bidomînin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê encamên çalakiya li hemberî Midûriyeta Emniyetê ya Çinarê aşkere kir. HPG'ê da xuyakirin, ku dewleta Tirk bi dek û dolaban û bi awayekî namerdî 12 gerîla li Wanê bi jehrê qetil kiriye û diyar kir, ku li hemberî vê êrîşa xwînxwarî, hêzên HPG/YJA Starê di 13'ê Çileyê saet di 23:30 de li hemberî Midûriyeta Emniyetê ya Çinarê çalakiyeke berfireh lidar xistine.

Li ser vê çalakiyê ev agahî hatin dayîn:

"Di encama vê çalakiyê de, tevî ku hejmara xwe bi temamî nehatiye zelalkirin jî, hatiye tespîtkirin ku zêdeyî 30 polîsên di dema çalakiyê de li hundirê avahiyê bûn hatine kuştin. Her wiha hatiye tespîtkirin ku gelek polîs jî birîndar bûne. Lê belê ji aliyê medya alîgir ve tê gotin, ku di çalakiyê de 1 jê polîs, 5 sivîl bi giştî 6 kesan jiyana xwe ji dest dane. Ev nûçeya ji aliyê Daîreya Şerê Taybet a Tirk ve hatiye weşandin, ti eleqeya xwe bi rastiyê re nîne.

'SIVÎL DI HEDEFA ME DE NÎNE'

Ev çalakî li hemberî hêzên emniyetê hatiye lidarxistin. Lê belê ji ber ku Midûriyeta Emniyetê û lojmanên polîsan di heman avahiya ji 5 qatan de bûn, 2 sivîlên di hundirê lojmanan de jiyana xwe ji dest dane. Her wiha di dema çalakiyê de ji ber ku trafojekî teqiyayî li ser malekê ket, 2 jê zarok 3 mirovên me yên di hundirê vî xanî de jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî xeta giştî û armancên siyasî yên tevgera me, ti carî ti sivîl nabe hedefa me. Di vê çalakiyê de jî hedef hêzên ewlekariyê bû. Bi hesasiyeteke mezin hewl hatiye dayîn ku sivîl zerarê nebînin. Lê belê, tevî vê yekê jî di vê çalakiyê de mirovên me yên sivîl jiyana xwe ji dest dane, lewma em gelekî pê êşiyane û sersaxiyê ji malbatên mirovên xwe yên sivîl ên jiyana xwe ji dest dane re dixwazin."

'ÊRÎŞ DEWAM BIKIN, WÊ ÇALAKIYÊN MÎNA ÇINARÊ JÎ BIDOMIN'

HPG'ê diyar kir ku dewleta AKP'ê ya mêtînger îro li Kurdistanê şerekî bê wijdan û bê exlaq dimeşîne û got, "Di serî de li Cizîr û Amed-Sûrê, li gelek bajarên Kurdistanê bi top û sûîqestê, mirovên me yên ji her temenî qetil dike. Di nava vê pêvajoyê de, ji ber êrîşên dewleta Tirk ên yekser li hemberî sivîlan hatin kirin, li gorî agahiyên di çapemeniyê de hatin weşandin 29 jê zarok, 39 jê jin bi giştî 170 mirovên me jiyana xwe ji dest dane. Erdogan ku êdî li pêş çavan e kujerê zarokan e, ji bo rastiyê berevajî bike Hêzên Parastina Gel ên Kurdistanê bi komkujiyê sûcdar dike. Bi vê yekê re henekê xwe bi aqlê mirovan dike. Îro li Kurdistanê, bi fermana Erdogan her roj zarok tên kuştin, mirovên sivîl jiyana xwe ji dest didin. Heta ku ev polîtîkaya dewletê bidome, wê bersiv ji êrîşan re bê dayîn û çalakiyên mîna Çinarê wê bidomin.

Di çalakiya ku trafoyên elektrîkê jî şewitîn de, hikûmeta AKP'ê û yekîneyên emniyetê ji vê rewşê sûd wergirtin û nehiştin kes xwe nêzî avahiya emniyetê bikin, bi vî rengî mirî û birîndarên xwe rakiriye. Di encama çalakiyê de, bi qasî 50 ambûlans ji navenda Amedê hatin cihê bûyerê û mirî û birîndar rakirin."