1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. HPJ: Ji bûyerên biqewmin rejîma Îranê berpirsyar e
HPJ: Ji bûyerên biqewmin rejîma Îranê berpirsyar e,hpj,ji,bûyerên,biqewmin,rejîma,îranê,berpirsyar,e

HPJ: Ji bûyerên biqewmin rejîma Îranê berpirsyar e

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistan HPJ’ê daxuyaniyekî nivîskî da

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN Fermandariya Biryargeha Navendî ya Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistan HPJ’ê li ser bûyerên li Rojhilatê Kurdistanê pêktên da diyar kirin ku, divê jinên Kurd û gelê Kurd bi riheke netewî li dijî zilma dewleta Îranê ya bi salaye li serê wan pêktîne rawestin û wiha got: “Divê gelê Mihabadê bi tenê neyê hiştin. Divê yek kuçe û bajarekî Kurdistanê bêdeng nemîne.”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistan HPJ’ê li ser bûyara ji berî çend rojan li bajarê Mihabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ku, jina Kurd di encamê de jiyana xwe ji dest dabû de daxuyaniyekî nivîskî da. HPJ êrîşa li ser jina Kurd Ferînaz Xosrewanî şermezar kir û wiha tê ragihandin: “Em sersaxiyê ji malbata wê re dixwazin. Xwedî derketina gelê me li Ferînaz bêguman xwedî derketina li nasnameya xwe ya azad û serhildêr e. Em xwedî derketina gelê me yê Mihabad, Şino, Seqiz, Sine, Kirmaşan, Bokan, Ûrmiye, Mako, Serdeşt, Merîwan, Pîranşar û tevahî Rojhilatê Kurdistanê pîroz dikin û çalakiyên wan silav dikin.”

‘Êdî dem dema şoreşê ye’

HPJ balê dikişîne li ser siyaseta qirêj a Îranê ya li ser gelê Kurd, bi teybet li ser jinên Kurd tê meşandin û wiha tê gotin: “Divê jinên Kurd û gelê Kurd bi riheke netewî li dijî zilma dewleta Îranê ya bi salaye li ser wan birêve dibe bisekinin û gelê Mihabadê tenê nehêlin. Divê yek kuçe û bajareke Kurdistanê bêdeng nemîne. Îro Ferînaz sibe wê dor were yeke din. Ji bo bes Ferînaz, Şeyda û Reyhane werin qetil kirin, êdî dem dema şoreşa jinê ye ku jin di şexsê bûyera Ferînaz de dawî li faşîzma dewletê ya dijberê jin û Kurdan bînin.

‘Divê jina Kurd li hemberî rejîma Îranê bêdeng nemîne’

Ev bûyer gelek aliyên xwe hene. Komara Îslamiya Îran ku îcadê zilamê tecawizkare êrişeke heya dawî siyasî û tije peyamên îdeolojikin pêkaniye. Ji bo vê divê tenê weke bûyereke bi ser Ferînaz de hatiye, neyê destgirtin ku evê sûcê dewletê sivik bike û bibe sedem ku dewlet xwe dibin vê buyerê de veşêre. Jina Kurd ku îro li dijî DAIŞ’ê bi hemû hêza xwe disekine û şer dike, di heman demê de wê li dijî rejîma îslamî jî bikare bi hemû awayî şer bike û xwe biparêze.”

‘Kiryarên rejîma Îranê nayên pejirandin’

HPJ’ê di dewama daxuyaniya xwe de radigihîne ku, ew wek HPJ bi ti awayî ji rejîma Îranê re napejîrîne ku, êrîşên bi vî rengî li ser jinên Kurd û gelê Kurd pêkbîn û wiha pêde diçe: “HPJ vê rewşê ji nêzve dişopîne û bi ti awayî qebûl nake ku rejîm êrîşê jinan û heta tevahî gelê me bike. Em helwesta gelê xwe ya xwedî derketinê pîroz dikin û dibêjin divê tevahî jin pêşengî ji vêya re bikin û heta encamgirtinê divê kes di malên xwede nemîne. Gelê me divê bizane em weke HPJ û YRK li herderê Rojhilat hene û em ê li pişt wan bisekinin. Ji bo parastina jinan çi bikeve ser milê me emê bikin û gelê me bi tenê nîne.”

‘Ji bûyerên biqewmin rejîma Îranê berpirsyare’

HPJ’ê di dawiya daxuyaniya de ragihand ku, di roja 10’ê Gulanê de di seat 17:00’an de hêzên wan li ser rêya di navbera Seqiz û Bane de li navendeke kontrolê yê Nîroyî Întîzamî(Hêzên Parastinê) ya bi navê Sabitlo dane. Hat ragihand di bûyerê de du pasdar hatine kuştin, yek jî giran birîndar bûye û ev agahî tên dayîn: “Ev çalakî bi mebesta hişyarkirinêye ji bo Komara Îslamî ya Îranê û siyaset û kirinên wê yên qirêj yên li hember jinan û gelê Kurd yê azadîxwaz e. Eger şîdeta li ser jin û li ser îradeya siyasî ya gelê Kurd berdewam bike, herwiha seranserê Rojhilatê Kurdistanê milîtarîze bike wê helwesta me tundtir bibe û ji vê yekê jî rejîma Îranê berpirsyar e.”

(ak/rn)