1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. HRK'ê ji bo Xizrî çalakiya bersivdanê pêk anî
HRK'ê ji bo Xizrî çalakiya bersivdanê pêk anî,hrk,ê,ji,bo,xizrî,çalakiya,bersivdanê,pêk,anî

HRK'ê ji bo Xizrî çalakiya bersivdanê pêk anî

A+ A-

ÛRMIYE - Hêzên Rojhilatê Kurdistanê-HRKê, li dijî darvekirina Endamê PJAKê Husên Xizrî çalakiyeke bersîvdayînê lidarxist û di encamê de 2 pastar hatine kuştin û 3 jî birîndar bûne.

Di çalakiyê de 2 pasdarên Îranê hatin kuştin. Biryargeha Navendî ya HRKê bi daxuyaniyeke diyar kir ku li dijî darvekirina Husên Xizrî, li navenda bajarê Urmiye çalakiyeke bersîvdayînê lidarxistine.

Li gorî daxuyaniyê, hêzên HRKê êrîş birine ser maşîneyeke hêzên pasdaran û di encamê de 2 pastar hatine kuştin û 3 jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gerîllayên HRKê di çalakiyê de ti ziyan nedîtine û vegeriyane cihên xwe.