HRRKê Konferansê diyarê Maşûqê Xeznewî kir
2 Pûşper
AMED (DÎHA) -1’min Konferansa Rewşenbirên Rojava ya Amedê bi tevlibûna gelek rewşenbir û nivîskarên Rojava duh bi dawî bû. Endamê Komîteya Amadekar Mûnîr Şêxê, armanca konferanê nirxand û diyar kir ku armanca wan hevgirtina rewşenbirên Rojavayê Kurdistanê ye.
1’min Konferansa Rewşenbirên Rojava ya ku ji aliyê Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li Amedê hati lidarxistin duh bi dawî bû. Konferans ji Oldarê Kurd Şêx Mesuqê el-Xeznewî yê ku di 28'ê gulana 2005'an de ji aliyê îstîxbara dewlet Suriyeyê ve hate qetilkirin, hate diyarkirin. Endamê Komîteya Amadekar Mûnîr Şêxê li ser armanc û hedefên konferansê axivî û diyar kir ku wan ew e li her perçên Kurdistanê û Ewropa konferansên rewşenbîrên Rojava li dar bixin û herî dawî li bajarê Qamîşlo yê Rojavayê Kurdistanê konferansê li dar bixin. Şêxê, bilêv kir ku ji bo konferan li her perçeyên Kurdistanê û Ewropa pêk bêndê xebatan bimeşînin.
Şêxê, komkujiya çeteyên DAÎŞ'ê li Rojava pêk anî bi tundî şermezar kir û destnişan kir ku bi tu awayî nekarîn vîna gelê kurd bişkênin. Şêxê, polîtîkayên PDK’ê yê li hember Şoreşa Rojava û serdegirtina saziyên kurdan jî kir û wiha got: "Divê PDK di demeke zûtirîn de lêborînê ji gelê kurd bixwaze."
Şêxê, balkişand ser polîtîkayên qirêj ên hikûmeta tirk û bi salan li ser gelê kurd didin meşandin û wiha axivî: "PDK ji aliyên derdorên xêrnexazên Kurdistanê ve tê karanîn. Pêwiste PDK li dîroka kurd binêre û kiryar û şaştiyên bi demê re kirin lêborîna xwe ji tevahî gelê kurd bixwaze." Şêxê, anî ziman ku tu lîstik nagihijin armanca xwe û li Rojava berxwedanekî bêhempa heye.
(oî/bd)
