1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Hunermendên Başûrî êrîşên TSK’ê şermezar kirin
Hunermendên Başûrî êrîşên TSK’ê şermezar kirin,hunermendên,başûrî,êrîşên,tsk,ê,şermezar,kirin

Hunermendên Başûrî êrîşên TSK’ê şermezar kirin

A+ A-

09:30 20.08.2011 Abdullah Ramazan/ Îdrîs kara

HEWLÊR (DÎHA) - Hunermendên herêma Federal a Kurdistanê êrîşên balafirên artêşa Tirk ên li dersînor bi tundî şermezar kirin.

Li herêma Federal a Kurdistanê her ku diçe êrîşên artêşa Tirkiyê yên ku li ser sînorên herêma Federal a Kurdistanê tên kirin têne şermezarkirin. Bi vê armancê hunermendên li herêma Federal a Kurdistanê Muhsin Mehemed, Azad Xema û Qasim Nurî êrîşên TSK’ê şermezar kirin û xwestin zûtirin demê ev êrîş werin rawestandin. Hunermend Muhsin Mîhemed, diyar kir ku êrîşên artêşa Tirkiyê bune sedemê alozî û nexweşiyan û wiha gok: "Êrîşên li ser sînorên Kurdistanê tên kirin ne ku pirsgirêkê çareser dike, dijberî wê kêşeyê zortirîn û sortir dike. Bê guman li wan deveran mirovên Kurd hene û hemû êrîş bûne sedemê zerermendiya xelkê sivîl.” Muhsin, da zanîn ku ez wek hunermendek gelek pênxweşim ku êrîş li ser sînorên Kurdistanê û Kurdan tê kirin, divê çek neyê karanîn ji berku zerer digehe herdu welatan. Herî dawî Muhsin got ez hêvîdarim İran û Tirkiye tehemula Kurdan bikin ji berku gelê Kurt tenê mafê xwe dixwaze ji wê zêdetir tiştek naxwaze. Divê hemu rêxisitinên Kurdan hewl bidin û li ser vê topbaranê nerazîbunên xwe bidin nîşandan.

Tenê armanca êrîşan têkbirina Kurdane

Aktor û nuserê Kurd Azad Xema jî li ser bombebarankirinê nerazîbunên xwe anî ziman. Azad, destnîşan kir ku di dîrokê de jî tê dîtin her dem Kurd li her çar parçeyan hatine çewisandin û li ser êrîş hatine kirin. Ev êrîşane her demekî ji aliyê İran, Tirkiye, Surye, û İraqê ve bi şêweyekî cûda tê kirin û wiha dewamkir. “Gelê Kurd gelekî ne şerxwaze, aştî xwaze. Tenê deeweyek ya Kurdan heye ew jî mafê xwe xwestine. Ji bovê divê hukmeta Herêm û hukmeta navendî ya İraqê li hember van topbaranane yek helwestbin û nerazîbunên xwe bidin nîşandan”. Herwiha Azad balkişand ser sînor û got çawa dibe ku welatek din were li ser sînorê welatek din topbaran bike. Herî dawî aktorê Azad got eger tinebejî ne wek kurd li van mirovane meyzekin, wek insanek meyze bikin. Ji berk u di demeke wusane de ku gundên Kurdan tên bombekirin lê kesek dengê xwe dernaxine.

Divê nerazîbun zêde bibin

Qasim Nurî ku ew ji wek Hunermendek li başûrê Kurdistanê ye da zanîn ku divan êrîşane de herdemî xakên Kurdistanê, malên xelkên sivîl hatine xirakirin û zerermend bune. Herwiha Nurî got dagirkerên Kurdan, Kurdisatnê çar parçe dikin û ev hewldane jî hîn berdewame. Nurî da zanîn êdî em di serdemeke nudene û bi şer pirsirêk çareser nabin. Herî dawî Nurî got roj roja çareserkirina pirsgirêkêye û divê tu kes bêdeng nebe û nerazîbunên xwe bînin ziman.

(îk/mae)