1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Hêvî Mustefa: Serdana me ya Tirkiyeyê û Ewropa erênî bû
Hêvî Mustefa: Serdana me ya Tirkiyeyê û Ewropa erênî bû,hêvî,mustefa,serdana,me,ya,tirkiyeyê,û,ewropa,erênî,bû

Hêvî Mustefa: Serdana me ya Tirkiyeyê û Ewropa erênî bû

A+ A-

EFRÎN – Seroka Meclîsa Rêveber a Herêma Efrînê Hêvî Mustefa di hevdîtinekê de bi ANHA’yê re encamê 50 roj ji hevdîtinan li Turkiyê û hin Welatên Ewropa, eşkere kirin.

‘Armanca me danasîna xweseriyê û vekirina korîdorekê bû’

Hêvî Mustefa di destpêka axaftina xwe de got ku ew di 28’ê comtehê de dest bi gera xwe kirin û armanca wan danasîna xweseriyê û vekirina korîdorekê bû û wiha axivî: “Me berê xwe da Turkiyê û Ewropa, armanca me ya sereke ji vê çundinê ew bû ku em her kesî bi xweseriya Demokratîk bidin naskirin, têkliyên xwe bi yê derdora xwe re xurt bikin û di hinder wê de jî mijarên wek vekirina korîdorekê di navbera Efrîn û Turkiyê, pisgirêkên mirovahî çi ne û çawa çareserbikin.”

Dema em ji Efrînê derketin me destpêkê berê xwe de Turkiyê û li Enqera û Îstenbol hin hevdîtin me çêkirin, piştre me berê xwe da hin welatên Ewropa wek Finlenda, belcîka, Fransa, Strasborg, Nerwêc, Elmaniya û Siwîsre, di navber 50 rojan de me hevdîtinên pir baş çêkirin bi gelek aliyên fermî, rêxistinên civaka sivîl, partî û keseyetên serbixwe re, herwiha civînên gel jî hatin lidarxistin û bi giştî erênî derbas bûn.”

Bi rihê şoreşa rojava, germbûna berxwedana Kobanê dihatin pêşwazîkirin

Mustefa di axaftina xwe de balkişand ser pêşwazîkirina wan û got: “Em bi rihê şoreşa Rojava, germbûna berxwedana Kobanê dihatin pêşwazîkirin, tiştê balkêş di hevdîtinên me de ku her kesî meraq dikir him ji aliyên ku me hevdîtin pêre çedikirine û him jî çapemeniya li wir, ka em çi sîstemê avadikin em çawa li ser erdê pêktînin û me jî ji wan re vedgot.”

‘Xweseriya Demokratîk bala cîhanê tevahî kişandiye’

Hêvî Mustefa diyar kir ku xweseriya demokratîk bala cîhanê tevahî kişandiye û wiha got: “Doza kurdî bûye mijarê her kesî li cîhanê, sîstema xweseriya demokratîk bala cîhanê tevahî kişandiye, di nav zor û zehmetiyan de, aloziya li Sûriyeyê em çawa dikarin sîstemek bi vê rengî di vî welatî de pêk bînin, ev li ba wan balkêş bû û her kesî digot em bi vê xweseriyê re ne û em ê piştgiriya wê bikin.”

Vekirina korîdorekê wê hemû pisgirêkan çareser bike

Mustefa di axaftina xwe de destnîşankir ku pêwistî bi vekirina korîdorekê heye û wiha anî ziman: “Hemû dewletên ku me serdana wan kiriye sîstema me qebûl kirine û pir beşdarbûna me di hin parlemana çêbûn wek Belcîka, Strasborg, Siwîsre û li hemî dewletan jî dostên kurdan çêbûne, mijara Rojava bûye rojeva her kesî di cîhanê de, aliyên fermî li wan dewletan pir soz dan me ku wê çûndin û hatina kantonê çêbibin, tiştê sereke me ji wan re digot divê korîdorek di navber Kantona me û Turkiyê de bête vekirin û bi vê yekê dê hemû pisgirêkên me çareser bibin. Li rex wê jî dan û standinek cîrantî û baş çêdibe. Şandina Alîkarî û ji bo wê me rewşa mirovahî ya kantonê ji aliyê tenduristî, perwerde, rewşa şagirtan, hemû şîrove dikir û vedigot. Wan jî gelek soz dan me ji bo çareserkirina van pirsgirêkan, lê em jî li benda sozên wan nasekinin em ê kar û xebatê xwe bidomînin.”

Hekûmeta Turkiye li hember vekirina korîdorê asteng bû

Mustefa balkişand ser astengiyên ku ki hember vekirina korîdorekê derdikevin û wisa destnîşan kir: “Derbarê vegirina korîdorekê bi Her keseî re me nîqaş dikir û wan jî digotin rast e ji bo rewşa mirovahî ya kantonê bê çareserkirin divê korîdorek bê vekirin. Her wiha têkliyên di navber me û gelê Turkiyê wê çêbibe û xurt bibe û dê herdu alî sûd jê werbigirin. Gelê Turkiyê nêzîkbûnek pir xweş ji me re nîşan dan derbar vê mijarê de. Lê mixabin hikûmeta Turkiyê tim bi şik û goman nêzîkî vê xweseriyê dibo û helwesta wan ji şoreşa Rojava re ji roja yekê de diyar bû.”

‘Em ê kar û xebatên xwe du qat zêde bikin’

Hêvî Mustefa di dawiya axaftina xwe de banga xurtkirina kar û xebatan kir û wiha got: “Em ji gelê xwe re dibêjin, bi rastî hêviyên her kesî bi şoreşa Rojava heye, em dibêjin bi ked û xebata gelê me û bi saya xwîna şehîdan, îro ev derî ji me re hatine vekirin, em bang dikin ku em kar û xebatên xwe xurtir bikin wê demê ev deriyên ku niha ji me re vebûne û dibêjin em ê bibin cihê biryarê kar û xebatên me wê vê gavê em pê radibin bibê cihê biryarê û biryarek di demek nêzîk de wê derkevê, em bi vê rihî vegerîne kantonê ku em ê kar û xebat du taq zêde bikin û em bawer dikin ku wê hêza me bi ser bikeve.”

Tê payîn ku îro seat di 12.00’an de li navenda xweseriya demokratîk wê civînek çapemeniyê ji aliyê şandeya kantona bête lidarxistin.

KENDAL WELAT

(jh)