1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Hêzên Pêşmerge Kerkûk dorpêç kirin
Hêzên Pêşmerge Kerkûk dorpêç kirin,hêzên,pêşmerge,kerkûk,dorpêç,kirin

Hêzên Pêşmerge Kerkûk dorpêç kirin

A+ A-

KERKÛK - Bi hinceta Kurdên Kerkûkê di metirsiyê de ne, 4 lîvayên pêşmergeyan li derdorê Kerkûkê hatin bicihirin. Di bûyerên Kerkûkê de 3 kes jiyana xwe ji dest dan. Herwiha li Silêmanî 15 hezar kes rêveberiya Kurd şermezar kir.

Di xwepêşandana li Kerkûkê hat lidarxistin de dirûşmên ‘Bila Kurd ji Kerkûkê’ derbikevin hatin qêrîn. Xwepêşandêr ber bi avahiya parêzgariya Kerkûkê ve meşiyan. Xwepêşandêran avahiya parêzgeriyê dan ber agir. Di encama pevçûna di navbera xwepêşandêr û hêzên ewlekarî de pêk hat de gelek kes birîndar bûn.

HÊZÊN PÊŞMERGE BO KERKÛKÊ HATIN VEGUHESTIN

Serokê Hêzên Pêşmerge Şêx Cafer Şêx Mistefa diyar kir ku wana nûçeyên ku dibêjin wê erebên li Kerkûkê mal û kargehên Kurdan bişewitînin bihîstiye û ji vê wana 4 lîwayên pêşmerge şandiye Kerkûkê.

Hat diyarkirin lîwayên pêşmergeyan ên bo Kerkûkê hatine şandin, Kerkûkê ji çar hêlan ve dorpêç kirin.

Li gor daxwiyaniya Eniya Tirkmenan dayî, Tirkemanan daye diyarkirin ku gelên Kurd û Tirkmen birayên hev ên dîrokî ne, ji ber wê ew ê beşdarî xwepêşandanê nebin.

Xwepêşandanên li Başûrê Kurdistanê ku roja 17ê Sibatê li Silêmaniyê dest pê kirin, îro li navçeyên Ranya, Qeledize, Helbet, Seyid Sadiq, Derbendîxan, Çemcemal, Helepçe û Kelarê berdewam kirin. Li navçeyên Kerkûkê Hewîce û Dûzxurmatû û li naveçaya Silêmaniyê Kelar pevçûn û teqîn pêkhatin ku di encamê de 2 kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn.

LI SILÊMANÎ 15 HEZAR KES KOM BÛN

Xwepêşandanên li Silêmanî îro jî berdewam kirin. Hat diyarkirin ku piştî xudbeya îro, nêzî 15 hezar kes li Dergê Sera ya Silêmanî kom bûn û dirûşmên li dijî hikûmeta Kurd qîriyan. Xwepêşandêran 17 xalên ji bo reforman kêm dîtin û xwestin dawî li gendelî were.

ANF NEWS AGENCY