1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. 'Hûn bi kuştin û girtinê nikarin xelas bikin'
'Hûn bi kuştin û girtinê nikarin xelas bikin',hûn,bi,kuştin,û,girtinê,nikarin,xelas,bikin

'Hûn bi kuştin û girtinê nikarin xelas bikin'

Dayikên ku zarokên xwe di şer de winda kirine cejna xwe bêyî zarokên xwe derbas dikin.

A+ A-

10:54 19.08.2012 1 / 3 MURAT ÇİFTÇİ/HAMDULLAH KESEN

EDENE (DÎHA) - Dayikên ku zarokên xwe di şer de winda kirine cejna xwe bêyî zarokên xwe derbas dikin. Dayikan diyar kirin ku ew rûmeta wan e û êdî naxwazin mirov bên kuştin û dixwazin kuştinê bi dawî bibe. Dayikan, anîn ziman ku êdî kurd bi kuştin û girtinê xelas nabin û xwestin pirsgirêk bi rêya aştiyê çareser bibe.

Dayikên kurd ên zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane, bêyî zorên xwe bi xemgînî cejnê pîroz dikin. Dayikên kurd ku herî zêde ji şer êşê dikişînin û mafê wan tê binpêkirin xwazin demek beriya demekê pirsgirêk bi rêya aştî û demokrasiyê çareser bibe û mafê kurdan bê dayîn. Dayikên ku cejna xwe li ser gorên zarokên xwe derbas kirin, diyar kirin ku ew bi zarokên xwe bi rûmet in. Dayikên ku daxwazên xwe anîn ziman, dixwazin êdî şer bi dawî bibe û dawî li kuştin û girtinan bê. Dayika endamê PKK'ê Emine Alpalan, diyar kir ku kekça wê Leyla 20 salî tev li PKK'ê bû li navçeya Wêranşarê ya Meletiyê jiyana xwe ji dest da. Alpalan, anî ziman ku dayik û kurd aştiyê dixwazin, lê dewlet her tim di şer de israr dike.

'Zarokên me têkoşîna wekhevî û heqiyê didin'

Alpalan, anî ziman ku ew jî wekî hemû gelê alemê dixwazin xwedî statu, nasname, heq û hiqûq bin û mafê wan neyê binpêkirin û wiha got: "40 mîlyon kurd hene. Mafê gelê kurd ên bingehîn hene. Li zarokên me yên 15 salî 20 sal ceza dibirin. Em jî mafê xwe yên bingehîn dixwazin. Em aştî, edalet, wekhevî û azadiya xwe dixwazin. Em zimanê xwe dixwazin. Em dibêjin êdî bes e. "

'Ji 5 zarokên min 3 bûn gerilla û 2 jî bûn leşker'

Dayika 3 endamên HPP'ê Besime Yilmaz jî anî ziman ku kurêxwe Lokman Yilmaz di sala 2002'an de li Dêrsimê di şer de winda kir û wiha got: "Kurekî min niha di nava HPG'ê de û yek jî li girtîgehê ye. Derdê me hezar in. 20-30 salin şer heye. Her tim bombeyan li ser serê zarokên me dibarînin. Her kes zakonên xwe di cejnan de dipirsin û hembêz dikin. Lê ez dê çawa bipirsim. Dewlet ji me çi dixwaze. Tu dewlet li welatiyên xwe wisa nakin. Tiştê ku Erdogan li me kir tu kesî li me nekir. Niha ji 5 kurê min 3 gerîla ne. 2 leşkerî kir. Em êdî naxwazin leşker û gerîla bên kuştin. Em tu carî ji bîr nakin, ew canê bi birîn/ Dev ji kuştinê bike, ew canê ku perçe perçe kirine, em tu carî ji bîr nakin/ Em ji bîr nakin ew morgên tevda bi xwîn, dê ji hevalê me û gelê me re tevda bibe mizgîn."

Dayika bi navê Safiye Bagdu jî daxwazên xwe yên aştiyê anîn ziman û xwest êdî kuştin û şer bi dawî bibe. Bagdu ku kekçek ê di pevçûnê de jiyana xwe je dest da û kurekî wê di pevçûnê de birîndar bû û seqet ma wiha got: "Em bi girtin û kuştinê xelas nabin. Êdî bes e ev şer. Bila Brêz Ocalan û hemû girtî serbest bên berdan. Em ziman, nasname û statuya xwe dixwazin."

(mae)