1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Hûsênî: Nabe aliyên siyasî destlêwerdanê di vekişîna pêşmergeyan de bikin
Hûsênî: Nabe aliyên siyasî destlêwerdanê di vekişîna pêşmergeyan de bikin,hûsênî,nabe,aliyên,siyasî,destlêwerdanê,di,vekişîna,pêşmergeyan,de,bikin

Hûsênî: Nabe aliyên siyasî destlêwerdanê di vekişîna pêşmergeyan de bikin

A+ A-

KAWA HÛSÊN/SİLÊMANÎ Piştî dorpêçkirin û êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser bajarê Kobanê, şervanên YPG/YPJ û pêşmergeyan êrişa wan şikandin. Ji niha ve Kantonên Rojavayê Kurdistanê bi avakirina Kobanê ve mijûlin. Nûnerê Kantonên Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku nabe aliyên siyasî destlêwerdanê di vegera pêşmergeyan de bikin. Nûnerê Kantonên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê Fethûlah Hûsênî derbarê avakirina Kobanê û vegeriya welatiyan de ji RojNewsê re axivî. Kobanê sembola berxwedanê ye RojNews: Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo avakirina Kobanê wê çawa bibe alîkar? Fethûllah Hûseynîn: Şandeke paye bilind a Kantona Kobanê li Stenbol û Enqereyê ligel balyoz, konsol û nûnerê welatiyên Ewrûpa civiya. Armanca wê civînê jî alîkariya ji bo Kobanê bû. encûmena Avakar a Kantona Kobanê, Efrîn û Cezîrê li Kobanê hevdîtin pêkanîn. Armanca wê jî alîkarîkirina ji bo avakirina Kobanê bû. Ew şand dikare serdana Herêma Kurdistanê bike. Herêma Kurdistanê dikare di qada navneteweyî de rol bileyîze. Dikare di avakirina Kobanê de rolekî bi bandor bileyîze. Ji ber ku Kobanê ne tenê sembolek ji bo Rojava, belkî bûye sembola berxwedana ji bo her çar parçeyên Kurdistanê. Divê ji bo Kobanê bikevin nava pêşbirkê Welatên navçeyê wê tevlî avakirina Kobanê bibin? Fethûllah Hûsênî: Li Rojava komîteyek hatiye avakirin, ji bo derbarê alîkarîkirina Kobanê de ligel alî û welatan bicive. Piştî Kobanê bû sembola Berxwedanê, pêwîste welatên navçeyê û cîhanê di alîkarîkirina Kobanê û avakirina wê de bikevin nava pêşbirkê. Penaberên Kobanê vedigerin bajêr? Fethûllah Hûsênî: Rojane bi hezaran ciwan û welatî vedigerin bajarê xwe, lê kesên bi temen û jin hêdî-hêdî vedigerin. Pêşveçûna şervanên YPG/YPJ’ê ji bo paqijkirina gundên Kobanê ji destê çeteyên DAIŞ’ê di çi astê de ye? Fethûllah Hûsênî: Niha ber bi sînorê Sûriyê ve diçin û ji bo êdî metirsiya wan çeteyan li ser Kantona Kobanê nemîne. Ev ji bo gelê kurd serkeftinekî dîrokî ye. Vekişîna pêşmergeyan di destê YPG û pêşmergeyan de ye Hêzên pêşmergeyan wê li Kobanê bimînin? Fethûllah Hûsênî: Mana hêzên pêşmergeyan peywendî bi rêveberiya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û pêşmergeyan ve heye. Lê ev cara yekemîne hêzekî hevbeş a kurdî serkeftinekî wiha mezin bidestdixe. Lewra vekişîna pêşmergeyan di destê YPG û Pêşmergeyan de ye. Dîtin jî ewe ku nabe aliyê siyasî destkariyê li vî karî bike. Di aliyê rêveberiyê de wê çawa Kobanê were birêxistinkirin? Fethûllah Hûsênî: Rêveberiya Kantona Kobanê ji bo rêxistinkirina jiyana welatiyan û karê wan, civînan lidardixe. Ev karane bi serpereştiya hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mûslim tên kirin. Ji bo Kobanê di demekî herî kurt de vegere rewşek ku jiyanek asayî lê berdewam bike, divê gelek tişt ji bo Kobanê bên kirin.