1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. IPI: Cezayê li Emine Demir hatiye birîn şerm e
IPI: Cezayê li Emine Demir hatiye birîn şerm e,ipi,cezayê,li,emine,demir,hatiye,birîn,şerm,e

IPI: Cezayê li Emine Demir hatiye birîn şerm e

A+ A-

Enstîtuaya Çapemeniya Navnetewî (IPI) bi boneya roja 3’ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê raporek amade kir. IPI di raporê de bal kişand ser cezayê li Rêvebera Karên Nivîskî yên rojnameya Azadiya Welat, Emîne Demir û diyar kir ku 138 sal cezayê giran ê girtîgehê ku li Demir hatiye birîn şermdêr e.

Enstîtuya Navnetewî ya Çapemeniyê (IPI) ragihand ku di Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê ya sala 2010 de ragihand ku 102 rojnamevan hatin kuştin, hinek welatên Ewropayê jî wek “Zarokên bi pirsgirêk” bi nav kir. IPI bal kişand ku ne tenê li herêmên şer lê heyî jiyana rojnamevanan di xeteriyê de ye û ji bo azadiya çapemeniyê ya sala 2011 notên xirab da Macarîstan, Romanya û Tirkiyeyê.

IPI destnîşan kir ku wana Yewnanîstan û Letonya jî di nav de li gelemperiya welatên Ewropayê 7 êrişên li ser rojnamevana piştrast kiriye û diyar kir ku Tirkiye bi girtina 57 rojnamevana, ji Çîn û Îranê jî derbas bû.

Saziyê bal kişand ser 138 sal cezayê girtîgehê yê Rêvebera Karên Nivîskî û Xwediya Îmtiyaza rojnameya Azadiya Welat a 24 salî Emîne Demir û vî cezayê li Demir hatî birîn jî weke “şermdêr” bi nav kir.

5. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê di Berfanbara sala 2010 de bi hinceta di 84 nûçeyên xwe yên di salên 2008-2009 de “propagandaya rêxistinê kiriye”, ji bo her nûçeyekê salek û 6 meh, bi giştî 138 sal cezayê girtîgehê li Rêvebera Karên Nivîskî ya Azadiya Welat Emîne Demir birîbû.

Ji beriya wê jî li Rêveberê Karê Nivîskî yê Azadiya Welat Vedat Kûrşûn 166 sal û li Ozan Kiliç jî 21 sal cezayê girtîgehê hatibû birîn.

ANF NEWS AGENCY