1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Irmak bersiva Erdogan da: Em paş ve gav navêjin
Irmak bersiva Erdogan da: Em paş ve gav navêjin,irmak,bersiva,erdogan,da,em,paş,ve,gav,navêjin

Irmak bersiva Erdogan da: Em paş ve gav navêjin

A+ A-

AMED (DÎHA) - Hevseroka KCD'ê Selma Irmak di konferansa HDP'a Amedê de axivî û bi van gotinan bersiv da gefên Serokomar Erdogan "Bi rakirina destnedayînê emê paş ve neavêjin. Tevî her tiştî jî em bawer dikin ku pirsgirêk bi muzakereyan çareser bibe. Birêz Ocalan jî nifteya yekem a çareseriyê ye."

Rêxistina Bajêr a HDP'a Amedê, li Navenda Çanda Cegerxwîn konferans lidarxist. Saziyên civaka sivîl, rêvebirên DBP û HDP'ê, Serokwekîla Koma HDP'ê Çaglar Demîrel, Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, parlamanterên HDP'ê yên Amedê jî di nav de bi sedan kes tevlî konferansê bûn.

Hevserokê Bajêr ya HDP'a Amedê Omer Oner di axaftina destpêkê de diyar kir ku ew bawer dikin dê sala 2016'an bibe sala azadiyê.

Pişt re, Hevseroka KCD'ê Selma Irmak di konferansê de axivî. Irmak, di axaftina xwe de li ser konsepta şerê tunekirinê ya hikumeta AKP'ê rawestiya û got Plana Şerq Islahatê car din di meriyetê de ye. Irmak got ku li hemberî êrîşan dê gelê Kurd jî li ber xwe bide, jin û ciwan jî niha pêşengiya têkoşînê dikin û

Irmak, di axaftina xwe de deklerasyona rêveberiya cewherî ya ku di kongreya KCD'ê de hate îlan kirin jî bibîrxist û wiha berdewam kir: "Deklerasyon girîng e. Em êdî mirinê qebûl nakin û emê biserkevin. Di vê riyê de ci hewce be jî emê bidin lê emê biserkevin. Di vê berxwedanê de berpirsyarî dikeve ser milê herkesî. Em dev ji biryara xwe bernadin, em dest ji têkoşîna xwe ya mafdar bernadin."

'Emê bi Barzanî re jî hevdîtin bikin'

Irmak, balê kişand ser tifaqa Kurd jî û wiha pê de çû: "Yên ku dixwazin nîfaqê di nav Kurdan de belav bikin dê bisernekevin. Emê di rojên pêş de ji bo tifaqa xwe xurt bikin, emê bi Barzanî re jî hevdîtinan bikin. Emê tiştên şaş biaxivin, rêxneyên xwe bikin." Irmak destnîşan kir ku bi taybet mehên Çilê û Sibatê mehên girîng e û ewê xebatên xwe di nav van mehan de xurttir bikin.

'Em paş ve gav navêjin'

Irmak bi gotinên "Em dewleta navendî naxwazin. Kurdistaneke xweser dixwazin. Gelê Kurd bi biryar e. Emê dest ji van daxwazan bernedin" bersiv da gefên Serokomar Erdogan û rayedarên hikumeta AKP'ê û wiha berdewam kir: "Eger difikirin emê bi kuştin û girtinê paş ve gav bavêjin, şaş difikirin."

'Ocalan nifteya yekemîn e'

Irmak herî dawî diyar kir ku çi dibe bila bibe dê pirsgirêk li ser maseyê bi muzakereyê çareser bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Birêz Ocalan ji bo çareseriyê nifteya yekemîn e. Hun encax dikarin bi vê nifteyê re deriyê vekin, pirsgirêk çareser bikin. Eger hun bidin dû muxatabên derewîn, hunê xwe bixapînin. Dê sedsala 21. bibe sedsala Kurdan."

Piştî axaftinên destpêkê, konferans bi awayek ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

(sy)