1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Jan Dost: PYD darek e di destê rêjîma Sûrî de
Jan Dost: PYD darek e di destê rêjîma Sûrî de,jan,dost,pyd,darek,e,di,destê,rêjîma,sûrî,de

Jan Dost: PYD darek e di destê rêjîma Sûrî de

A+ A-

Jan Dost ku demek dirêj e bi taybet ji ser medyaya civakî aşkere dijayetiya Tevgera Azadiyê, Şoreşa Rojava û hemû kes û derdorên piştgirên wan e dike, daxuyaniyek daye ajansa dewleta tirk Anadolu Ajansi ku di bin rêveberî û kontrola MÎTê de ye û êrîşên xwe bi rêya ajansa MÎTa tirk gavek din bi pêş xistiye.

Fermo ji we re wergera wê nûçeyê li gel linka wê:

Istanbul: Emîn Ilrî/Anadol

Nivîskar û helbestvanê kurd ê sûrî Jan Dost da xuyakirin ku rêjîma sûrî desthilatdariya xwe di riya PYD re dewam dike û vê yekê rê neda ku tevgereke kurdî ya dijber derkeve. Herweha îro, roja înê, Jan Dost ji ajansa Anadolê re got; ku li Sûriyê şerê navxweyî piştî têkçûna şoreşa aşîtiyane ya Sûriyê dest pê kiriye. Herwiha Dost bedewam kir; ku şoreşa sûrî dijî rêjîmeke ku mafê mirovan binpê dike, dijî dîktatorekî û dijî yekrengiyê ye û ji bo şeref, azadî û demokratiyê ye. Rêjîmê xwest ku wê bi xwîn û agir û kuştinê rawestîne, lê biserneket.

Di derbarê astengkirin û çewisandina rojnamevan di herêmên di bin destê PYD de, Dost got; ku ew berdewamiya kirinên rêjîmê ne yên dijî rojnamegeriyê û rojnamevanan. Herwiha encûmena niştimanî ya kurdî ku ji 16 partiyan pêk tê rexne kir û ew bi "neparastina gel" tawanbar kir, ku divê herêma kurdî li Sûriyê ji PYD re nehatiba hiştin.

Di derbarê êrîşên rêxistina PKK ya terorîst de ku li başûrê rojhilatê Turkiyê pêktên Jan Dost got; ku ev rewş xizmeta Îran û rêjîma sûrî dike.

Fermo linka vê nûçeyê:

http://aa.com.tr/TR/dunya/pyd-rejimin-elinde-kullanima-hazir-bir-sopa/502299

http://aa.com.tr/ar/الدول-العربية/شاعر-كردي-الاتحاد-الديمقراطي-عصا-بيد-النظام-السوري-ضد-الأكراد/502408