1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji 100 çawişên pispor daxwaznameyên îstîfayê
Ji 100 çawişên pispor daxwaznameyên îstîfayê,ji,100,çawişên,pispor,daxwaznameyên,îstîfayê

Ji 100 çawişên pispor daxwaznameyên îstîfayê

A+ A-

AMED (DÎHA) - Hate ragihandin ku 100 çawişên pispor ên li Amedê peywirê dikin di serdema hikûmeta AKP'ê şer li Kurdistanê dijwar kir ji bo îstifa bikin daxwazname dan. Hate gotin ku daxwazname bi gefan careke din paşve hatine girtin.

Li hemberî konsetpa tunekirinê ya topyekûn a ku hikûmeta AKP'ê li Kurdistanê daye destpêkirin bertekek jî ji leşkeran hat. Ji bajarên konsepta tunekirinê lê xistin dewreyê yek jî Amed e. Li navçeya Surê ya Amedê pevçûnên dijwar berdewam dikin. Li navçeya qedexeya derketina kolanan di roja 25'an de berdewam dike leşker bi tangên xwe tevlî bûn û ligel vê yekê dengên cuda jî bilind dibin. Leşkerên naxwazin tevlî şerê Qesrê û Çankaya bibin dixwazin îstifa bikin.

Bi gefan daxwazname paşda vegêrandin

Li gorî agahiyan nêzî 100 çawişên pispor ên li Amedê peywirê dikin piştî şerê AKP'ê li Kurdistanê daye destpêkirin dijwar bû bi daxwaznameyan xwestin îstîfa bikin. Daxwaznameyên leşkerên dixwastin îstifa bikin nehatin qebûlkirin û tê gotin bikar neanîne. Hate gotin çawişên pispor ên dixwastin îstifa bikin ji aliyê rayedarên leşkeriyê ve hatine gazîkirin û ji bo daxwaznameyên xwe paşda vekêşin gef li wan xwarine. Hate ragihandin ku li ser gef û zextan çawişên pispor daxwaznameyên xwe paşda vekêşandine.

(bd)