1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji 8 hezar avahiyan malek rizgar bû
Ji 8 hezar avahiyan malek rizgar bû,ji,8,hezar,avahiyan,malek,rizgar,bû

Ji 8 hezar avahiyan malek rizgar bû

A+ A-

COLEMÊRG (DÎHA) - Di êrîş û talankirina hêzên dewletê ya li navçeya Gevera Colemergê de ji 8 hezar malên ku hêzên dewletê bi benzînê şewitandin tenê xaniyek sax ma. Li taxa Kişlayê tene xaniyê Şemsê Erîksîz ji talana dewletê rizgar bû.

Li hemberî navçeya Geverê ya Colemêrgê ev 79 roj in êrîşên qirkirinê berdewam dikin, di êrîşên qirkirinê de bi hezaran avahiyên welatiyan hatin şewitandin û talankirin. 8 hezar avahiyên welatiyan bi benzînê hatin şewitandin, mala aydê malbata Erîksîz a li taxa Eskî Kişlayê dimîne, ji hovîtiya dewletê xilaz bûye û çawa nehatiye şewitandin welatî şaş mane. Avahiya ku jêrzemîna wê dane ber agir, bi xwe vemiriye û bi tevahiya avahiyê neşewitandiye. Avahiya 2 qatî ya ku televîziyon, sarinc û hwd. ji hêla hêzên dewletê ve hatine tanankirin, alavên di jêrzemînê de jî bi tevahî hatine şewitandin. Malbata ku alavên xwe yî mayî li hewşa malê kom kirin bi ava ji bîrê dikişîne dişo û ji nûve dixwazin sererast bikin.

Şopên pêlavên wan dişon

Jina bi navê Şemsê Erîksiz ava ku ji bîrê derdixe bi cilên xwe yên ku bi pêlavên leşkeran hatiye qirêjkirin dişo, diyar dike ku mala wê bi şansekî mezin ji şewatê xilas bûye. Erîksiz aşkera dike ku di dema dorpêçê de mala wê wekî qereqol hatiye bi karanîn û wiha axivî: "Mala me talan kirine. Her der di nava qirêjayê de hiştine. Bi pêlavên xwe li ser cilên me geriya ne. Mal wekî qereqol bi kar anîne. Bi rojan malên me de razane û piştî derketine jî şewitandine."

Malbatên ku malên wan bi tevahî hilweşî hene

Jina bi navê Aliye Erîksiz got ku gelê Geverê hewl dide li hemberî zilmê birînên xwe bipêçe û ji bo Geverê banga piştgiriyê kir. Erîksiz piştrast dike ku li taxê malên ku nehatine talankirin nema ne û ev tişt got: "Di mala me de texrîbateke cidî tune, lê bi hezaran mal bi tevahî hatine hilweşandin. Divê demek ji ya din zûtir alîkarî bê kirin."

'Em dê temîr bikin û bikevnê'

Erîksîz destnîşan kir ku gelê Geverê bi zora dewletê ji malên wan hatin derxistin û wiha pêde çû: "Xwazî mala me bi tevahî bihata hilweşandin em neçûna cihekî din. Di malê de dîsa xesar heye. Em dê van temîr bikin û bikevnê. Welatekî meyî ku em biçinê tune. Em dê dîsa jiyana xwe berdewam bikin. Kes nikare me ji cih û warên me derxe."

(ms)