Ji AKP'ê ji bo Agiriyan peyamên balkêş!
31 Gulan
AGIRÎ (DÎHA) - Li Agirî ku dê sibê hilbijartin bê dûbarekirin, AKP'ê piştî belavkirina amûrên spî, gida û pereyan, niha jî ji hêla Rêxistina AKP'ê ya Agirî ve ji hilbijêrên Agiriyan re peyamên wekî "Bi taybet ji bo Agiriyan re deyinên ceyran û avê wê bê efukirin" û "Dayikên Agirî li zarokên xwe digerin" tên şandin.
Li Agirî ku dê sibê hilbijartin bê dûbarekirin, AKP'ê piştî belavkirina amûrên spî, gida û pereyan, niha jî li ser telefonê bi navê AKPARTIAGRI qeydkirî ji hilbijêran re ev 2 rojin ji bo deng bigirin peyama "Bi taybet ji bo Agiriyan re deyinên ceyran û avê wê bên efûkirin. Dogalgaz jî tê di demek kurt de bê danîn" tên şandin.
Peyama 'Dayikên Agiri li zarokên xwe digerin'
Bi heman telefonê AKP'iyan vê car jî peyama "Dayikên Agirî li zarokên xwe digerin. Dayikên ku zarokên wan revandine çiya di rojname û Tv'yan de diaxivin û dibêjin 'em zarokên xwe dixwazin. Kiteya wê haber7.com'ê de" hatiye nivisandin. Hemwelatiyên ku ji wan re peyam hatine şandin bertek nîşanê vê yekê didin û diyar kirin ku dixwazin di serê mirovan de tevlî heviyekî çêbikin û wiha gotin "Jixwe di mitînga BDP'ê de bersiva pêwîst dikir hate dan, ya dawî jî em dê sibê bersiva pêwîst bidin wan."
(aht-ea/bd)
