1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji azadkirina Minbicê re 7 kîlometre ma
Ji azadkirina Minbicê re 7 kîlometre ma,ji,azadkirina,minbicê,re,7,kîlometre,ma

Ji azadkirina Minbicê re 7 kîlometre ma

A+ A-

KOBANÊ (DÎHA) - Meclîsa Leşkerî ya Minbicê gav bi gav berbi Minbicê ve diçin. Şervanan serê sibehê gundê Qinne Tehtanî ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin û gavake din jî nêzîkî bajar bûn.

Di hamleya "Azadkirina Minbicê" ya ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatiye destpêkirin de gaveke din jî hate avêtin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê 4 roj in ji eniya Tişrinê ji rojavayê Firatê pêş ve diçin piştî azadkirina gundên Tîl Arîş a Bakur û ya Başûr, Qubba Hesen Axa, Cib Hesen Axa, Cosa, Neîmiyê û Qebir Êmo serê sibehê jî saet di 05.45'an de gundê Qinne Tehtanî ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir.

Şervanan gaveke din a girîng jî avêtin û gav bi gav ber bi Minbicê e dimeşin hate hinbûn ku tenê 7 kîlometre ji Minbicê re maye.

Li eniya Qereqozaxê jî ji şev heta niha pevçûnan berdewam kir û bi dehan çete hatin kuştin. Ji çeteyên hatin kuştin cenazeyê 3 kesan di destê şervanan de ye û 2 wesayîtên bombe barkirî jî negihîjtin hedefê xwe û hatin îmhakirin.

Balafirên koalîsyona navneteweyî jî 4 caran êrîşî mewziyê DAIŞ'ê kirin. Di bombebaranê de 12 çete hatin kuştin.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ber bi Minbica ku tenê 7 kîlometre maye ve diçin.

(sa)