1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji BDP’ê pêngava dîplomasiyê
Ji BDP’ê pêngava dîplomasiyê,ji,bdp,ê,pêngava,dîplomasiyê

Ji BDP’ê pêngava dîplomasiyê

Alîkara Hevseroka BDP’ê û Parêzer Meral Daniş Beştaş, Serokê BDP’a Bajarê Wanê Parêzer Cuneyt Canîş ku li ser vexwendina Partiya Karkerên Demokrat ya Swêdê hatin Stockholmê bi parlementer, partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên demokratîk re hevdîtin pêkanîn

A+ A-

Alîkara Hevseroka BDP’ê û Parêzer Meral Daniş Beştaş, Serokê BDP’a Bajarê Wanê Parêzer Cuneyt Canîş ku li ser vexwendina Partiya Karkerên Demokrat ya Swêdê hatin Stockholmê bi parlementer, partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên demokratîk re hevdîtin pêkanîn.

Hevdîtinên ku 2 rojan berdewam kir, hevdîtin di 11’ê Avrêlê dema ku Sekreterê Navnetewî yê Partiya Karkerên Sosyal Demokrata Ann Linde Beştaş û Caniş li ber deriyê parlementoyê pêşwazî kirin destpêkir. Beştaş û Canîş ku bi Serokê Komîsyona Parastinê yê Parlementoyê Peter Hultqvist re hevdîtin pêkanîn, piştî nîvro tevlî civîna ku Serokê Komîsyona Destûra Bingehîn yê Parlementoyê Sven Erik Ostberg û Sekreterê Polîtîk Per Lundstrom jî tevlîbûyîn bûn. Di civînê de amadekariyên destûra bingehîn ya li Tirkiyeyê hatin destgirtin. BDP piştî wê di xwarina nîvro de bi parlementerên Partiya Sosyal Demokrat, Claes Nordmark, Yilmaz Kerîmo û Shadiye Haydarî re hatin gel hev. Her wiha di demjimêrên şevê de jî bi Seroka Şaxê Jinan ya Partiya Sosyal Demokratan Susanne Andersson re hevdîtin pêkanîn.

her wiha roja 12’ê Avrêlê jî hevdîtinên xwe bi Sekreterê Giştî yê Navenda Olof Palme Jens Orback, Serokê Şaxa Ciwana yê Partiya Karkerên Sosyal Demokratan û rêveberan re berdewam kirin. Piştî nîvro tevlî civînek ya têkiliyên Tirkiye û Yeketiya Ewropayê digirtin dest ya di parlementoyê de bûn. Di civînê de derbarê armanca avabûn û faliyetên BDP’ê de agahî hatin dayîn. Di derbarê êrîş û pêkûtiyên li ser gelê Kurd, her wiha di mijarên operasyonên KCK’ê û leşkerî de agahî hatin dayîn. Dan diyarkirin ku, gotinên AKP’ê ji aliyê polîtîkavanên Ewropa ve weke rast pejirandin, tiştek ne raste û xwestin fikrên BDP’ê jî bên girtin.

Cuneyt Canîş di derbarê hevdîtinan de bersiva pirsên me dan û da diyarkirin ku, Partiya Karkerên Sosyal Demokrat ya Swêdê têkiliyên bi Tirkiyeyê re li ser CHP’ê re pêk di anîn, lê belê beriya niha demekê daxwazkirin û xwestin bi wan re têkiliyek bê danîn. Canîş bilêv kir ku, cara yekeme ew bi awayek fermî bi Partiya Karkerên Sosyal Demokrat ya Swêdê re hevdîtina dikin ji bo wê jî ev ji bo partiya wan tiştek girîng bû.

Meral Daniş Beştaş jî got; Me hevdîtin erênî dîtin û ji bo hevdîtin berdewam bikin gihane qenaetekê. Em weke BDP girîngiyek mezin didin têkiliyên dîplomatîk yên navnetewî û her wiha gotinên xwe wiha berdewam kirin: “ Bi taybet li gel kesimên Sosyalîst û Sosyal Demokratan re em dixwazin têkiliya çêkin û her wiha ji bo me gelek girînge ku em van têkiliyan vegerînin hevkarî û piştgiriyê. Em wisan di fikirin ku şer û guhertinên li cîhan û bi taybet yên li Rojhilata Navîn, Bihara Ereban, pêşketinên Sûrî û Iraqê ji hev ne serbixwe ne û bi hev ve girêdayîne. Her wiha difikirim ku, em di mijara pirsgirêka Kurd de jî di pêvajoyekî dîrokî de derbaz dibin. Ew eleqeya ku ji Bihara Ereban re tê dayîn çima ji Kurdan re nayê dayîn, pêwîste ev yek were vekolîn. Dema ku li Misir, Qada Tahrîrê milyonek mirov daketin qadan Cîhan hejiya. Li wir serhildanek hebû. Lê belê ev serhildan li gel me her roj heye. Her Newroz, her 8’ê Adarê û rojên taybet de bi deh hezaran, sed hezaran û milyonek mirov xwe berdidin qadan. Mirov wekhevî û azadiyê dixwazin.”

Beştaş bilêv kir ku, êdî dem hatiye ku Ewropa çalakî û daxwazên gelê Kurd bibîne û helwest bigire.

Sekreterê Navnetewî yê Partiya Karkerên Sosyal Demokrata Ann Linde da diyarkirin ku, ew bi BDP’ê re partiyekî birane û di hevdîtinên wan de endamtiya Tirkiyeyê ya Yeketiya Ewropa, amadekariya destûra bingehîn ya nû û binpêkirinên mafê mirovan yên li Tirkiyeyê hatine nîqaşkirin. Delegeyên BDP’ê di derbarê doza KCK’ê û êrîşên di Newrozê de hatîn kirin agahiyên girîng dan. Piştî ku Linde da diyarkirin ku, hevdîtin bi awayek pir baş derbaz bûn û di atomosferekî samîmî de çûn, bilêv kir ku ew alîgirek ku têkiliyên bi BDP’ê re hêj bêhtir bên gerim kirin û berdewam kirin.

ANF NEWS AGENCY