1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji BDPê Seferberî
Ji BDPê Seferberî,ji,bdpê,seferberî

Ji BDPê Seferberî

A+ A-

BDP a ku di operasyonên bi navê KCK'ê de gelek endam û rêveberên wî hatin girtin li dijî operasyonan seferberiya rêxistinbûnê da destpêkirin. Cîgira Hevserokê Giştî yê BDP'ê Fatma Kurtulan diyar kir ku ew di civînên ku çarçovaya amadekariyên kongreyê de pêk tînin de her kes ji BDP'ê peywirê dixwaze û ji bo valatiya kesên ku hatine girtin dagirin daxwazeke girîng heye.

Di operasbonên bin navê KCK'ê de gelek endan û rêveberên BDP'ê hatin girtin û bi awayeke hati xwestin di warê rêxistinê de bê felckirin. BDP jî dixweza bi şiyara "zêditir Rêxistin, zêdetir civaka rêxistinkirî" bersivê bide. BDP'ê li her derê Tirkiyeyê pêvajoya kongreyan daye destpêkirin. Li Amed, Stenbol, Îzmîr, Enqere, Colemêrg, Wan, Riha, Mêrsîn û Edeneyê bi tevahî 26 bajar û 27 navçeyan dê kongreyên xwe pêk bîne. Ji ber girtinan li hin deveran xebatên amadekariyên kongreyê sist bûne, lê li gelv ê yekê jî bi plansaziyeke nû lez da xebatan. BDP'ê li dijî girtin û binçavkirinan çarçoveya xebatên xwe berfireh kir û niha bi tevlibûneke mezin civînên gel û civînên herêman li dar dixe.

Dê xebatan berfireh bikin

Li cihên ku dê kongre pêk bên tenê civînên gişti nayên kirin di heman demê de li taxan jî xebat têne kirin. Gel eleqeyeke mezin nîşanî van civînan didin. Di civînan de hem pêşketinên di çarçoveya pirsgirêka kurd hem jî pêkutiya li ser siyaseta kurd a bi operasyonên KCK'ê têne nîqaşkirin. Di civînan de tê xwestin ku gel li dijî van pêkutiyan bêhtir tivlibûna xwe pêk bîne û xebatên xwe xurt bikin. Di hevdîtinên bi rêxistinên sivîl ên civakî de jî daxwaze piştgiriyê tê kirin.

'Ev gel dê cihê siyasetmedarên ku hatine girtin tijî bike'

Cîgira Hevserkê Giştî yê BDP'ê Fatma Kurtulan têkîldarî mijarê agahî da û got ku di civînên ku ew li dar dixinde gel eleqeyeke mezin nîşanî civînan dide û wiha berdewam kir: "Piştî van êrîşan di nava gel de eleqeyeke mezin derket holê. Êrîşan careke din nîşan da ku pêwistiya me bi xebateka siyasî ya wisa heye. Mirov niha bi dilxwazî tevli xebatan bibin û peywirê dixwazin. Civînên me didomin." Kurtulan destnîşan kir ku li dijî êrîşan seferberiya rêxistinbûnê dane destpêkirin û wiha got: "Ev gel dê cihê siyasetmedarên hatine girtin tijî bikin. Jixwe eleqe jî vê wekî nîşan dide." Kurtulan anî ziman ku ew dixwazin her kes xwe behtir tevli xebatan bike. DÎHA (sa)


Bêjeyên Miftehî