1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. ‘Ji ber berxwedana jinan a li Kobanê min peykerê Berxwedan çêkir’
‘Ji ber berxwedana jinan a li Kobanê min peykerê Berxwedan çêkir’,ji,ber,berxwedana,jinan,a,li,kobanê,min,peykerê,berxwedan,çêkir

‘Ji ber berxwedana jinan a li Kobanê min peykerê Berxwedan çêkir’

Hunermend Zîrek Mîre bal kişande ser Roja Kobanê ya Cîhanê û got; “Ji ber berxwedana jinan ya bê hempa hêla ku ez peykerê bi navê Berxwedan çêbikim.”

A+ A-




 

 

 

SILÊMANÎ/ ROJNEWS

 

1’ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanî hatiye diyarkirin. Peykertiraş Zîrek Mîre yê ji Silêmanî ku peykerê bi navê ‘Berxwedan’ çêkiriye û pêşkêşî Kobanê kir, têkildarî Roja Kobanê ya Cîhanê ji ajansa me re wiha axivî; “Ev roj rojekî pîroze ji bo mirovahî û her çar parçeyên Kurdistanê. Gelê Kurd bi vê rojê serbilindin.”

 

Peykertraş Zîrek Mîre di berdewamiya axaftinên xwe de got: “Min bi serbilindî sala derbasbûyî ya Roja Kobenê ya Cîhanî de peykerê xwe bir Kobanê, lê  ji ber êrişa çeteyên DAIŞ’ê li ser Girê Spî hişt ku ev peyker dereng bigihe Kobanê.”

 

Zîrek Mîre dibêje; “Ev peykerê ku me çêkirî, li beramberî berxwedana Kobanê û vê rojê tiştek biçûke. Ez serkeftin ji hemû şervanan re dixwazim. Emê her dem bi hûnera xwe piştgiriya wan bikin. Li Rojhilata Navîn jin di asta duyem de tê dîtin, lê şervanên jin li Rojavayê Kurdistanê nişandan ku jin jî dikarin wek zilaman şer bikin û dersek baş ya jiyanê nîşanî tevahî mirovahiyê dan. Ji ber berxwedana jinan ya bê hempa hêla ku ez peykerê bi navê Berxwedan çêbikim.”

 

Zîrek Mîre di berdewamiya axaftinên xwe de daxuyakirin ku; “Dema di çapemeniyê de behsa Kobanê dihat kirin, behsa Kobanêyekî hatî wêrankirî dikirin. Lê dema ez çûm Kobanê ji bilî çend cihan ku weke mûze hatibûn diyarkirin, cihên din aram û avakirî bûn.”

 

 

Zîrek Mîre wiha jî dewam kir; “Li Kobanê gelek projeyên ji nû ve avakirinê hatibûn pêşxistin. Ev proje projeyên avakirina dibistan, avakirina nexweşxane û avakirina 5 hezar xanî ji bo niştecihan bû.”

 

Di dawiya axaftina xwe de Peykertiraş Zîrek Mîre got: “Li gorî min ji ber wê îradeya  di çavê her ferdekî Kurd yê  li Kobanê de, dide nişandan ku wê Kobanê bibe yek ji bajarên  herî xweş.”

 

(sk)