Ji ber daxwaza strana kurdî hat kuştin
Ciwanek bi navê Gazî Akbayir li Îzmîrê çû barekê. Ji ber ku Akbayir daxwaza straneke kurdî (zazakî) kir, komek nijadperest ew dan ber kêran û piştre gule lê reşandin û kuştin.
Li gorî agahiyan, bûyer roja berê li navçeya Alîaga ya Îzmîrê qewimî. Ciwanê kurd ê ji Dêrsimê yê bi navê Gazî Akbayir çû barekê û xwest stranek bi zaravayê zazakî yê kurdî bê gotin. Pitşî strana zazakî, komek kes hatin ba Akbayir û dan ber kêran û piştre gule lê reşandin. Piştî ku Akbayir xwest bi wesayîta xwe bireve, gule lê reşandin. Di encamê de 8 lib gule li Akbayir ketin û jiyana xwe ji dest da.
Êrişkar ji cihê bûyerê reviyan, polîsan di encama lêpirsgînê de 3 kes girtin binçavan. Li ser kesên hatin binçavkirin çeka hatî bikaranîn hate dîtin. Tê diyarkirin ku li êrişkareke din ê di di êrişê de cih girt digerin.
ANF NEWS AGENCY
