1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. 'Ji ber ku yasayek li Herêma Kurdistanê nîne, jin tên qetilkirin’
'Ji ber ku yasayek li Herêma Kurdistanê nîne, jin tên qetilkirin’,ji,ber,ku,yasayek,li,herêma,kurdistanê,nîne,jin,tên,qetilkirin

'Ji ber ku yasayek li Herêma Kurdistanê nîne, jin tên qetilkirin’

Jinên çalakvan ên Kerkûkê diyar kirin ku ji ber ku li Herêma Kurdistanê û Iraqê yasayek nîne kuştina jinan zêde dibe û gotin ku eger yasayek hebûya wê qetilkirina jinan pêk nehata

A+ A-

SORAN MIHEMED / KERKÛK Li Herêma Kurdistanê her sala ku diçe ji yan din zêdetir jin tên qetilkirin û rastî şîdetê tên. Der barê mijarê de jinên çalakvanên ên Kerkûkê ku duh jî jinek lê hate qetilkirin ji ajansa me re axivîn. 'Yasa berpirsê kuştina jinan e' Herwiha Hevseroka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ya herêma Kerkûkê Rêhan Hemedî derbarê tundiya li ser jinan de axivî û diyar kir ku mixabin kuştina jinan bi rengekî hovane berdewam dike û wiha pêde çû; "Duh jî li Kerkûkê jinek hate kuştin û ji berî bê kuştin êşkece kirine. Ev yek jî dide diyar kirin ku civak di astekî metirsîdar deye. Li hemberî kuştina her jinekê em yasayê berpirsyar dibînin. Li Herêma Kurdistanê û Iraqê heya niha yasayê nekariye kujerên jinan ceza bike. Tişta ku li hemberî jinan tê kirin, dûr ji exlaq û nirxê mirovahiyê ye. Kuştinên wiha bandoriyên xirab li ser civakê dike." 'Herêma Kurdistanê bê xwediye'

Rêhan Hemedî diyar kir ku kuştina jinan a bi navê namûsê mezintirîn tewane û wiha dewam kir; "Kuştina jinan a bi navê namûsê mezirtirîn tewane li hemberî mirovahiyê dikin. Mixabin qet rolekî girîng yê rêxistinên ji bo parastina jinan hatine avakirin, nînin. Ew rêxistinane jî weke hikûmetê xemsar in. Li Herêma Kurdistanê di aliyekê rojnameger tên kuştin û ji aliyê din ve jî jin. Herêma Kurdistanê bê xwediye. Ne yasa heye, ne jî hebûna hikûmetê heye. Pêwîste jin bi xwe berpirsên xwe bin. Ji bo ku êdî nebin koleyên urf û adetan. Nebin qurbaniyên mêrsalariyê. Pêwîste jin li dijî tundiya li ser jinan bertek nîşan bidin. Êdî nabe ku jin bêdeng bin." Endama Rêxistina Jinên Azadên Kurdistanê (RJAK)’ê Lavîn Nûredîn têkîldarî qetilkirina jinan û jina duh li Kerkûkê hatî qetilkirin wiha got; "Jiyan wisan watedare ku em têde bijîn, lê mixabin di nava jiyanê de di asta duyem yan jî sêyem de temaşeyî jinan dikin. Ev jî bingehê xwe ji hişmenidya civakê ya ku hatiye ferz kirin, digre. Mixabin duh jî jinek bi awayekî hovane hate qetilkirin. Ji berî bê qetilkirin, bi awayekî hovane hatiye êşkencekirin. Ev cureyên qetilkirina ne tenê li bajarê Kerkûkê li tevahiya Herêma Kurdistanê heye. Tişta ku rê dide ku wisan li jinan bikin û bînin vî halî sîstema mêrsalarî û baviksalariyê ye." 'Divê jin xwedî îrade bin'

Lavîn Nûredîn di berdewama axaftina de diyar kir ku beşek ji jinan berpirsyarên rewşa niha ne û wiha got; "Beşek ji jinan berpirsên rewşa niha ya jin têre derbas dibin e. Pêwîste jin di her warê fikrî de xwe perwerde bikin. Nabe bikevin bandora ti hişmendiya yasayekê û sîstemekî ku têde jin tên çawisandin. Pêwîste jin bi hêz bin. Xwedî îrade bin. Xwedî nasnameya taybet a xwe bin. Zilm jî ji ber tirsa jin azad bin û xwedî îrade bin, bi navê namûsê jinan qetil dikin." 'Kuştina jinan kuştina mirovahiyê ye' Endama Rêxistina Jinên Azadên Kurdistanê (RJAK)’ Lavîn Nûredîn destnîşan kir ku ew rêxistinên bi navê jinan hatine damezrandin tenê nave û wiha peyvî; "Rêxistinên jinan naveroka wan nîne. Di bin ferman û fermiyeta zilam de kar dikin. Ew rêxistinane ji bo ku tundî li dijî jinan pêk neyê kar nakin. Tenê piştî tundî li dijî jinan pêk hat kar dikin. Êdî pêwîste hemû rêxistin û hikûmet bêdeng nebe li hemberî kuştina jinan. Lê hikûmetê bêdengî hilbijartiye li hemberî kuştina mirovatiyê. Ji ber ku dema jinek tê kuştin, mirovatî tê kuştin. Hewldaneke ji bo ji holê rakirina mirovatiyê." (ab)