1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji ber peyva 'Kurdistan` 9,5 sal ceza danê
Ji ber peyva 'Kurdistan` 9,5 sal ceza danê,ji,ber,peyva,kurdistan,9,5,sal,ceza,danê

Ji ber peyva 'Kurdistan` 9,5 sal ceza danê

A+ A-

MURAT AYDIN Endamê Koma Gimgimê Seyîthan Karataş, ji ber ku di mitînga Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê ya li navçeya Gogsiya Erziromê di 2'yê hezîrana 2011'an de 2 staranên kurdî gotin; bi îdîaya "Li gel ne endamê rêxistinê ye, li ser navê rêxistinê propaganda kiriye" rastî 9,5 sal cezayê girtîgehê hat.

Endamê Koma Gimgimê Seyîthan Karataş di 2'yê hezîrana 2011'an de li navçeya Gogsî ya Erziromê di mîtînga Namzetê Parlemeterê Erziromê yê Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê Sabahattîn Yilmaz de 2 stranên kurdî gotin 9 sal û nîv cezayê girtîgehê girt. Di runiştina Karataş a ku li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Erziromê ya ji ber peyvên kurd û Kurdistan ên di 2 stranan de derbas dibe bi îdîaya "Li gel endamê rêxistinê nîne li ser navê rêxistinê propaganda kir" 9 sal û nîv cezayê girtîgehê lê hat birîn.

'Ji TRT Şeşê re serbest e ji me re qedexe ye?'

Karataşê 9 meh li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê dimene û di runişta ewil de 9 sal û nîv ceza girt bertek nîşanî biryarê da û wiha got: "Min ji ber 2 staranên kurdî 9 sal û nîv ceza girt. Edaleteke wisa li ku dera cîhanê de heye. Heke ji stranan re ceza bê dayîn ew dê çawa baweriya xwe bi edaletê bîn im? Dewlet dibêje 'Me TRT Şeş vekir' Di wê qanalê de hunermendê bi navê Berdan Mardînî her tim stranên 'Em kurd em zarokên kurdistanê ne' Heke kurd û Kurdistan qedexe be wê demê çima li wir tê gotin. Gelo ji TRT Şeşê re serbest e ji me re qedexe ye? Ji ber ku em xwedî li rumeta xwe derketin ji me re qedexe ye. Heke ji ber 2 stranan ez endamê rêxistinê bim wê demê hemû kurd endamên rêxistinê ne. Ev yekê neheqiye û bê hiqûqî ye. Ev yekê edalet nîn de zagona daristanan e."

(bd/