1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Ji ber sermayê rewş zehmettir bû
Ji ber sermayê rewş zehmettir bû,ji,ber,sermayê,rewş,zehmettir,bû

Ji ber sermayê rewş zehmettir bû

A+ A-

SÎLVA MUSTEFA

HELEB – Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji ber sermayê û derfetên kêm, gelek zehmetiyan dikişînin

Demsala zivistanê rewşa şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê ya di bin dorpêça komên çete de, dijwartir bû. Şênî li ber sir û seqema zivistanê tî û birçî ne. Rêxistinên mirovî jî bi ti awayî bi wan re nabin alîkar.

Welatiya ji taxê ya bi navê Horiye Mihemed dibêje ji ber derfetên kêm, tiştek tune ye ku pê xwe ji sermaya zivistanê biparêzin û wiha domand: ″Zarokên min ji ber sermayê nexweş ketine, min ew birin navenda tenduristiyê, lê derman tune bû. Divê rêxistinên mirovî destek bidin me.″HLB-NERININ-GELE-TAXA-SEXMEQSUD-DERBARI-ZIVIZTAN ‫(1)‬

Welatiya bi navê Zeyneb Bîlal jî êşa xwe wiha vegot: ″Di vê sermayê de ne êzing, ne jî mazot heye ku em xwe li ber germ bikin. Di saetên sibehê de em xwe didin ber tavikê. Li êvaran tiştek tune ye me ji sermayê biparêze.″

Her wiha welatiyê bi navê Mihemed Hesen jî bêdengiya NY û raya giştî ya li hember rewşa ku şêniyên taxê tê re derbas dibin, şermezar kir û banga alîkariyê li wan kir.

(mm)

ANHA