1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji ber Strana Kurdî Hat Desteserkirin
Ji ber Strana Kurdî Hat Desteserkirin,ji,ber,strana,kurdî,hat,desteserkirin

Ji ber Strana Kurdî Hat Desteserkirin

A+ A-

Yekîneyên Midûriyeta Polîsan a Navçeya Pîranê, bi hinceta ajokarê otobusa Şaredariya Pîranê di otobusê de li muzîka kurdî daye, di ketina navçeyê de binçavkir. Di pêvajoya ku li aliyekî kampanya zimanê kurdî geş dibe û nav û talela dibin kurdî, li dijî kurdî jî binpêkirin zêde dibin. Otobusa Şaredariya Pîranê di ketina Navçeya Pîranê de ji aliyê polîsan ve hate rawestandin. Hate hînbûn ku dema duh otobus diçû pîranê rêwiyê otobusê ku polîs bû xwestiye ajokarê otobusê muzîka kurdî bigre û ji ber vê yekê di navbera polîs û rêwiyên otobusê de niqaş derketiye. Piştî niqaşên di navbera polîs û rêwiyên otobusê de polîs li qereqolê geriya û di ketina navçeya Pîranê de otobus ji aliyê polîsan ve hate rawestandin. Piştî polîsan li otobusê lêgerîn pêk anî, ajokarê otobusê û muavînê otobusê binçavkirin û birin qereqola polîsan. Ajokar Emurllah Akguneş û muavînê wî wî Melîk Çermîk çûn qereqolê îfade dan. Akguneş û Çermîk, pişti serbest hate berdan, diyar kir ku polîsan li qereqolê ji wî pirsa "Te li muzîka kurdî xist an na?" pirsîne û wiha got: "Min jî got li ser daxwaza rêwiya min li muzîka kurdî xist.

DÎHA (mae)